Ji bo Kobaniyê kampanyaya dermanan
Odeya Dermanfiroşên Amedê û Komeleya Tendûrîstî û Civakî ya Mezopotamyayê ya Amedê ji bo Kobaniyê kampanyayekê didine destpêkirin
AMED (DÎHA) -Odeya Dermanfiroşên Amedê û Komeleya Tendûrîstî û Civakî ya Mezopotamyayê ya Amedê piştî çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê komkujî pêk anîn ji bo dermankirina birîndaran derman û amurên tibî pêk bînin dest bi tevgerê kirin û amadekariyên rojên pêş de kampanyayekê bidin destpêkirin dikin.
Çeteyên DAIŞ'ê bi hevkariya hin derdoran bi dizikî ve ketin Kobanê û bi wesayîtên bombebarkirî êrîşê pêk anîn û zêdehî 200 kesên sivîl qetil kirin û bi sedan kes jî birîndar kirin. Beşekî kesên birîndar li nexweşxaneyên li Kobanê bi derfetên gelek kêm hatin dermankirin û beşekî jî sewqî nexweşxaneyên li Tirkiyeyê hatinkirin û hatin dermankirin. Di êrîşê de ji ber Nexweşxaneya Miştenurê texrîp bû derfetên kesên birîndar li Kobanê bên dermankirin zehmet ket û ligel vê yêkê pirsgirêka derman û amurên tibî jî zehmet hêj girantir kirin.
Li ser vê yêkê Odeya Dermanfiroşên Amedê û Komeleya Tendûrîstî û Civakî ya Mezopotamyayê (METSAD) dê rojên pêş de kampanyaya derman û amûrên tibî bide destpêkirin. Alîkarê Serokê Odeya Dermanfiroşên Amedê Hasan Erdem diyar kir ku piştî komkujiya Kobanê bi awayekî gelek cidiî hewcehî bi derman û amurên tibî hebû û ew amadene ku ya dikeve ser milê wan bikin. Erdem anî ziman ku hewcehiya wan bi piştevahiya gel û dermanfiroşên bi baldar û hestiyar heye û li Kobanê pirsgirêka dermanan heye û incax bi ser Tirkiyeyê vê pirsgirêkê çareser bikin. Erdem bang li hemû kesî kir ku piştgiriyê bidin kampanyayê.
'Hewcehiya herî girîng derman in'
Endamê Lijneya Rêveber ê METSAD'ê Îbrahîm Halîl Mert jî diyar kir ku piştî êrîşê ji bo hewcehiyên birîndaran û hem jî hewcehiyên din pêk bînin xebat dan destpêkirin û ji bo birîndarên ji Kobanê anîn Pirsûsê heyeta ji 2 heyetên doktoran şandin Pirsûsê û piştgiriya dermankirinê dan. Mert anî ziman ku ji bo amurên tibî yên ji bo Kobanê jî xebat dan destpêkirin û amadekariyên rojên pêş kampanyeyekî mezin bidin destpêkirin dikin. Mert, da zanîn ji bo maseyên emeliyetê monîtor, melzemeyên teknîkî û dermanan xebat dan destpêkirin û wiha got: "Niha hewcehiya herî girîng derman in. Dîsa amurên beşa lezgînî û hewcehî bi amurên ji bo bîrîndar, şervanên astengdar û welatiyên sivîl ên rehabîlîtasyona fizîkî hene. Ji bo em van pêk bînin em dê rojên pêş de gavên pêvîst bavêjin."
(bd)