Ji bo Kobaniyê seferberiya navneteweyî
Dostên gelê Kurd, ji bo ji nû ve avakirina Kobaniyê li ser înternetê dest bi kampanyayeke mezin a alîkariyê kirin
BRUKSEL - ANF Dostên gelê Kurd, ji bo ji nû ve avakirina Kobanê li ser înternetê dest bi kampanyayeke mezin a alîkariyê kirin.
Rayedarên kampanyayê dan xuyakirin ku ji bo ji nû ve avakirina Kobanê ew dixwazin li tevahiya cîhanê alîkariya madî kom bikin û eger kampanya bi ser bikeve ew ê du projeyên cuda bixin meriyetê.
Rayedarên malpera înternetê ya bi navê 'Firefund' a kampanyayê dimeşîne diyar kirin ew bi malpera fermî ya komîteya ji nû ve avakirina Kobanê www.helpKobanê.com re dixebitin.
Kampanya bi karta kredî re di ser malpera https://www.firefund.net tê meşandin. Di malperê de ji vê beşê https://www.firefund.net/#payment-modal alîkarî dikare were dayîn.
Rayedaran ragihandin ku alîkarî dikare 10, 20, 50, 100, 200 dolar be, yên bixwazin dikarin zêdetir jî alîkariyê bidin.
Alîkariya di çarçoveya kampanyayê de bê berhevkirin wê ji 'Komîteya ji nû ve avakirinê' ya li Kobanê re were şandin. Kampanya eger di nava 30 rojî de negihêje hejmara tê xwestin, hingî wê alîkariya hatiye kirin li hesabê xêrxwazan bê vegerandin. Projeya destpêkê ya vê kampanya mezin a li ser înternetê, kirîna maşînên kar ji bo paqijkirina Kobanê ye.
Armanca vê projeyê ew e ku di nava 30 rojan de 130 hezar dolar werin komkirin. Eger ev armanc were bi ser xistin wê projeyên nû jî bikevin dewrê. Agahiyên berfireh ji van malperan dikarin bên peydakirin:
info@helpKobanê.com