1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo Kobanê li ser sînor kon tên vedan
Ji bo Kobanê li ser sînor kon tên vedan,ji,bo,kobanê,li,ser,sînor,kon,tên,vedan

Ji bo Kobanê li ser sînor kon tên vedan

A+ A-

RIHA (DÎHA) - Çalakiya nobetê ya kon a ku li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê hate vedan di roja 6'emîn de berdewam dike. Welatiyan li herêma Xirbeyê Berana ya di navbera navçeyên Pirsus û Kaniya Xezalan dimîne jî kon hate vedan.

Çalakiyên ji bo balê bikşînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî Kantoya Kobanê û xwedî li Şoreşa Rojava derbikevin hatin destpêkirin her diçe mezin dibin û berdewam dikin. Çalakiya kon a li navçeya Bêrucûkê ya Rihayê hate destpêkirin berdewam dike. Dayîkên Aştiyê yên bajarên Kurdistanê, bi sedan hunermend û bi hezaran welatî gihiştin qada çalakiyê. Çalakiya duyemîn a nobetê jî li herêma Xirbeyê Berana ya di navbera navçeyên Pirsus û Kaniya Xezalan de dimîne hate destpêkirin. Li qada nêzî sînorê Tel Ebyat 5 kon hatin vedan û ewlehiya qadê ji aliyê welatiyan ve pêk tê. Bi sedan welatiyên ji Wan, Edene, Şirnex, Sîlopî, Cizîr, Serêkaniyê, Wêranşar, Qoser û Nisêbînê hatin tevlî çalakiyê bûn û heya serê sibê nobet girtin. Parlementerê HPD'ê Îbrahîm Bînîcî, Hevşaredarê Wêranşarê Emrullah Cîn û rêveberên HDP û PHD'ê jî tevlî çalakiyê bûn. Li qadê sloganên "Biji berxwedana YPJ", "Biji berxwedana YPG" û "Biji serok Apo" hatin berzkirin.

(bd)