1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo Kobanê çalakî zêde dibin
Ji bo Kobanê çalakî zêde dibin,ji,bo,kobanê,çalakî,zêde,dibin

Ji bo Kobanê çalakî zêde dibin

A+ A-

ANF - Navenda Nûçeyan Li navçeya Bêrecûk a Rihayê çalakiya nobeta kon ket roja 6’an û li dijî êrîşên DAIŞ’ê di navbera navçeya Pirsûs û Kaniya Xezalan de li herêma Xerabeyê Berana kon hat vedan. Li Bismilê jî çalakiya rêgirtinê pêk hat.

Bi armanca ku balê bikişînin ser êrîşên li dijî Kantona Kobanê û xwedî li Şoreşa Rojava derkevin çalakiyên hatin destpêkirin her diçin mezin dibin û li navçeya Bêrecûk a Rihayê jî konê hatiye vekirin rojê bi hezaran kes tê serdanê.

Dayikên Aştiyê û bi hezaran kesên ku hunermend jî di nav de bû ku ji hemû bajarên Bakurê Kurdistanê ketin rê, gihiştin qadê û tevlî çalakiyê bûn. Çalakiya duyem li Xerabeyên Berana ya navbera Pirsûs û Kaniya Xezalan destpê kir.

Li nuqteyeke nêzî sînorê Tel Ebyad çalakiya kon hatibû destpêkirin û li qadê 5 kon hatibûn vedan. Ewlehiya qadê dîsa gel girt. Ji Wan, Edene, Şirnex, Sîlopiya, Cizîr, Serêkaniyê, Wêranşar, Qoser, Nisêbînê bi sedan kesî heta sibehê nobet girtin.

Di navbera kesên nobet girtin de hunermend hebûn. Hunermend û komên muzîkê, stran gotin. Parlamenterê HDP’ê Îbrahîm Binîcî, Hevşaredarê Wêranşarê Emrullah Cîn û rêveberên DBP û HDP’ê tevlî çalakiyê bûn û axaftin kirin. Ciwanan govend gerand û dirûşm berz kirin.

LI BISMIL RÊ GIRTIN

Li Bismil a Amedê jî ciwanan bi armanca berxwedana YPG û YPJ’ê slav bikin rêya Amed-Êlihê li trafîkê girt.

Ciwanan di nîvê şevê de du TIR dan sekinandin û mifteyên wan ên kontaxê girtin. Destûr nedan tu wesayîtên dirêj. Piştî rê li trafîkê hat girtin polîs hatin cihê bûyerê û êrîşî ciwanan kirin. Li ser vê pevçûn derket.

Ciwanan bi kevir, molotof û fîşekên hewayî bersiv dan. Bi saetan pevçûnan berdewam kir. Piştî pevçûnan rê dîsa hat vekirin.