Ji bo kurdî milyonek îmze hat şandin
Mîlyonek û 100 hezar îmzeyên ku di çarçoveya kampanya "Perwerdehiya zimanê zikmakî" ya ji aliyê TZPKurdî û KCD'ê ve hatibûn komkirin ji nûnertiya Neteweyên Yekîbûrî ya Tirkiyeyê re hatin şandin.
Milyonek û 100 hezar îmzeyên ku di çorçoveya kampanya "Perwerdehiya zimanê zikmakî" ya ji ailyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û TZPKurdî ve hatin komkirin, ji Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Tirkiyeyê re hatin şandin. Hefteya borî milyonek û 100 hezar îmze ji Meclîsa Tirkiyeyê re hatibûn pêşkêşkirin, îro jî mînaka heman îmze nûnertiya NY'ê re hate pêşkêşkirin. Heyeta ku ji Endama Meclîsa BDP'ê Yuksel Mutlu û Serokê KURD-DER Ahmet Aday, Endamê navenda ÎHD'ê Harun Çakmak, Sekreterê Giştî yê Egîtîm Sen'ê Mehmet Bozgeyîk, Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PAR'ê Necatî Bayram, îmzeyên ku hatibûn komkirin pêşkêşî Nûnertiya YE'ê kirin.
DÎHA (mae/lg)