1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo lêpirsîna Roboskiyê biryara bêşopandinê
Ji bo lêpirsîna Roboskiyê biryara bêşopandinê,ji,bo,lêpirsîna,roboskiyê,biryara,bêşopandinê

Ji bo lêpirsîna Roboskiyê biryara bêşopandinê

A+ A-

10:33 07.01.2014

ŞIRNEX (DÎHA) - Dadgehê der barê biryara doza Komkujiya Roboskiyê de biryara bêşopandinê. Balafirên şer ên tirk li Robosikyê bombe barandibûn û 34 welatî qetil kiribûn.

Dozgeriya Leşkerî ya Serfermandaiya der barê doza Komkujiya Roboskiyê de biryara bêşopandinê da. Têkildarî biryarê Cîgira Hevsera Giştî ya BDP'ê Prz. Meral Danış Beştaş, ji DÎHA re axivî û wiha got: "Me biryara bêşopandina biryarê girt. Niha biryar di destê me de ye. Ev biryarek nayê qebûl kirin. Hemû sûc hatine parastin. Bi vê biryarê komkujî hatiye pesandin û duyemîn komkujî pêk hatiye. Ev biryar di hiqûq û wîcdanê de cih nagire. Di biryarê de tê gotin ku darazê peyvira xwe pêk anîye. Lê ev nayê qebûl kirin. Em dê serî li CMUK'ê û Dadgeha Makezagonê bidin û piştre jî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê binerin.

(mae)