1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Ji bo mafê zimanê zikmakî pêwîstî bi têkoşînê heye'
'Ji bo mafê zimanê zikmakî pêwîstî bi têkoşînê heye',ji,bo,mafê,zimanê,zikmakî,pêwîstî,bi,têkoşînê,heye

'Ji bo mafê zimanê zikmakî pêwîstî bi têkoşînê heye'

A+ A-

BEHDÎNAN Endama Komîteya Ziman û Perwerde ya KCK’ê Mîzgîn Egîd Mariya bi boneya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê 21’ê Sibatê daxuyanî da. Mîzgîn Egîd di daxuyaniya xwe de bal kişand li ser bişaftina li ser zimanê Kurdî û diyar kir ku mafê perwerdeya zimanê zikamakî divê di zagona bingehînde cih bigire û têkoşîna ji bo vê pêwîst dike divê bê dayîn. Her wiha Mîzgîn Egîd ji bo Mîtînga di 23’ê Dibatê de bi boneya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê wê li Amedê bê lidarxistin jî banga tevlîbûnê kir.

Mîzgîn Egîd 21’ê sibatê pîroz kir û bal kişand bişaftina li ser ziman û wiha got: “Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê 21’ê Sibatê li tevahî kêmwelatiyên cîhanê û li tevahî gelan pîroz dikim. Her wiha li gelê Kurd pîroz dikim. Wekî ku tê zanîn ger gelek bi zimanê xwe neaxive ew ziman ber bi tunebûnê ve diçe. Ji ber di asta herî jor de li ser zimanê Kurdî bişaftin heye. Em her tim dibêjin zimanê me hebûna me ye, ziman rûmet û bedena me ye. Ger ziman tune be netew jî tune tê hesibandin. Ji ber vê yekê bi kurtasî ziman netew e, rûmet e, beden e. Mirov, civak, gel û netew bi zimanê xwe wekî gel tê pejirandin. Gelên ku li ser van bişaftin tê meşandin li zimanê xwe xwedî dernekeve girêdayî wê li çanda xwe xwedî dernekeve bi demê re ew ziman ber bi tunebûnê ve diçe. Bêguman gelek kêmnetew ji ber zimanê xwe ne axivîne ber bi tunebûnê ve çûne.”

Mîzgîn da diyarkirin ku ji bo zimanê Kurdî heta niha têkoşîn hatiye dayîn û divê di Zagona Bingehîn de cihê xwe bigire û wiha pê de çû: “Ger li zimanê Kurdî xwedî nehatiba derketin wekî zimanê din ew ê ji ber bi tunebûn û helandinê ve biçûya. Ji ber ku polîtkayek di asta herî dijwar de li ser ziman û çanda Kurd tê meşandin. Tevî van polîtîkayên bişaftin û jinavbirinê jî gelê Kurd heta radeyekî li ziman, hebûn û nasnameya xwe xwedî derketîye.Pêwîste ku gelê me bi boneya roja 21’ê Sibatê di asta herî bilind de li zimanê xwe, çanda xwe û hebûna xwe xwedî derbikeve û bikari be zimanê xwe di nava Zagonê Bingehî de wekî mafekî bingehîn bi dest bixe. Niha li ser Zagona Bingehîn nîqaş tê kirin, bahsa pakêtan tê kirin wekî gelê Kurd mafê me heye ku di nava Zagona Bingehîn de zimanê me jî bi awayekî fermî bê qebûl kirin. Ji bo vê yekê jî têkoşîn pêwîst e.”

Egîd da zanîn ku bi taybet li ser zarokan polîtîkayên asîmîlasyonê tê meşandin û li hemberî vê yekê wê têkoşîn bidin. Egîd der barê van polîtîkayan de van nerînan anî ziman: “Bi polîtîkayên asîmîlasyonê ve hewl didin zimanê gelan bi wan bidin jibîr kirin. Li ser gelê me bi salane ev polîtîkaya tê meşandin. Bi taybet di van demê dawî de bi riya dibistanan ev polîtîkayên bişaftinê bi awayekî hîn xurtir tê meşandin. Bêguman beramberî polîtîkayê bişaftinê gelê me heta radeyekî berxwe daye li zimanê xwe xwedî derketiye, lê ev têr nake. Ji ber ku polîtîkayên hîn dijwartir li ser gel tê sepandin. Di dibistanan de asîmîlasyon li ser zarokan tê meşandin. Ji ber ku zarok wekî şitlên ter in û bi vî awayî teşe digirin. Ji dibistanê seretayî bigire heta yê dawî ew polîtîkayên xwe dimeşînin. Li hemberî vê yekê em ê têkoşîneke pir dijwar bidin.”

Egîd li hemberî asîmîlasyonê biryardarbûna xwe ya têkoşînê û bernameya xwe bi van gotinana ravekir: “Em ê dibistanên Kurdî jî vekin û em ê hewl bidin di Zagona Bingehîn de jî cih bigire. Ji niha ve mirov dikare bêje ku li ziman û çanda xwe xwedî derketin pêwîst e. Divê ku mirov hîn zêdetir li zimanê xwe xwedî derbikeve. Ango ev nayê vê wateyê ku em her malê nakin dibistan. Her qad divê veguhere qada perwerdehiya ziman. Divê li her beş û qadê jiyanê de em zimanê Kurdî bikar bînin. Di nava malbatê de bi taybet rista dê û bav divê bi zarokên xwe re teqez Kurdî biaxivin û wan fêrî zimanê Kurdî bikin. Daxwaz û banga me jî ev e ku em bikaribin di nava malê de, di nav kolan û di hemû qadê jiyanê de em bikaribin bi zimanê xwe biaxivin. Bi zimanê xwe daxwazên û hêstên xwe binîn ziman. Elbet ev yek wê li hemberî polîtîkayên bişaftinê bibe dîwar. Li kêlaka vê jî em ê têkoşîna xwe hîn jî bilindtir bikin. Ji bo ku em bikaribin mafê xwe yê zimanê Kurdî û zimanê zikmakî di nava zagonê de bicih bikin û her wiha dibistanên xwe ji dibistana dayîkê bigire heta dibistana seretayî, navîn, amadeyî û zanko em bikaribin bi zimanê xwe perwerde bibînin xwe perwerde bikin, zarokên xwe perwerde bikin. Bi boneya vê rojê ev hewldanên hatiye dayîn divê bi qedemeyek jortir bilindtir bibe.”

Egîd ji bo Mîtînga di 23’ê sibatê de bi boneya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê wê li Amedê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir û got: “Di 23’ê Sibatê de Li paytexta Kurdistan Amedê bi boneya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê mîtîng tê li dar xistin. Em jî wekî Komîteya Ziman û Perwede ya KCK’ê bang hemû gelê xwe dikin ku di astekî herî jor de beşdarî mîtîngê bibin. Di heman demê de bidin diyar kirin ku em wekî gelê Kurd hene û em jî zimanê xwe dixwazin. Ji bo zimanê me di zagona bingehîn de cih bigire wekî gel em jî bi ziman û bi hebûna xwe werin pejirandin di asta herî jor de gelê me divê hebûna xwe bidin diyarkirin, xwedî li zimanê xwe derbikevin. Ji bo ku mafê xwe yê zimanê dayikê bidest bixin pêwîstî bi têkoşîn û xwedî lê derketinê heye.”

Egîd di dawiya daxuyaniya xwe de bangawaziya gel, dayik û ciwana kir û xwest li zimanê xwe xwedî derbikevin. Egîd di dawiya axaftian xwe de wiha got: “Bi taybet ji bo dayikê Kurd em dibêjinên ên çand û ziman anîne vê rojê û ji bişaftinê parastiye dayikê me ne. Di serî de banga me ji dayikên Kurd re û dîsa ji ciwanên me û ji tevahî gelê me re ev e ku; ev dema ku em jê derbas dibin girêdayî têkoşîna rizgariya netewî ye û beşek wê jê jî ziman e. Divê em li zimanê xwe xwedî derbikevin û di asta herî bilind de jî vê biryardarbûna xwe bidin diyarkirin. Baweriya me bi gelê me û bi civaka me heye. Çawa ku heta niha zimanê xwe parastine û anine vê rojê ji îro pê de jî ji bo mafê xwe yê ziman di aliyê zagonî de bidest bixin wê têkoşîna xwe hîn bilindtir bikin. Der barê vê de jî em wekî Komîteya Ziman û Perwerde ya KCK’ê bîr û baweriya me xurt e û em di wê baweriyê de ne ku di 23’ê sibatê de gelê me wê biryardariya xwe di mîtînga paytexta dilan Amadê de hîn zêdetir bidin diyarkirin û ji tevahî gelên bindest û kêmnetewan re jî bibe mînak û biryardarbûna xwe bide diyar kirin. Em serkeftinê ji tevahî gelên xwe re dixwazin hevîdarî û bendewariya me jî ev e.”