"Ji bo me hiqûqa dijminiyê pêk tînin"
Siyesetmedarên kurd ên girtî: Ji bo me hiqûqa dijminiyê pêk tînin
Di 44'emîn rûniştina doza 99 jê girtî 152 siyasetmedarên kurd de girtiyan daxuyaniyeke hevpar dan. Siyasetmedarên kurd di daxuyaniya xwe de gotin; ji bo hiqûqa dijminiyê pêk tînin.
Parlementerê DEP'ê Hatîp Dîcle ku ji aliyê YSK'ê ve parlementeriya wî hat xistin û parlementerê Wanê Kemal Aktaş jî di nav de 44'emîn rûniştina doza 99 jê girtin, 152 siyasetmedarên kurd li 6'emîn dadgeha cezaya giran a Amedê berdewam dike. Hatîp Dîcle jî di nav de 44 girtî ji ber rapor girtibûn tevlî rûniştinê nebûn. 55 girtî di rûniştinê de amade bûn. Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu û gelek xizmên girtiyan rûniştin şopandin. Di rûniştinê de li ser navê hemû girtiyan Lutfî Dag mafê axaftinê girt û nirxandin kirin. Dag diyar kir ku ew bi israr in ku parastina xwe bi kurdî bikin û ew ê dev ji vê israra xwe bernedin.
Siyasetmedarên kurd tecrîd şermezar kirin
Dag bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got; "Em çalakvanên ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şermezarkirina pêkûtiyên dijî gelê kurd ketine greva birçîbûnê silav dikin. Hikûmeta AKP'ê di hundir de pêkanînên faşîst dixe meriyetê û li derve jî wekî demokrasîxwez nîşan dide. Heke demokratbûya dê komkujiya Roboskiyê pêk neanîba."
'Di tu demên derbeyan de ev qas siyasetmedar nehatine girtin'
Dag doza der heqê derbeya 12'yê îlonê de jî nirxand û wiha axivî: "Hikûmeta AKP'ê ku îdîa dike ew faşîzma 12'yê îlonê didarizîne komkujiyên ku 12'yê îlonê li pey xwe dihêle û pêla binçavkirinan pêk tîne. Di tu demên derbeyan de ev qas siyasetmedar nehatibûn girtin."
'Em ê teqez qezenc bikin'
Dag anî ziman ku hiqûqa dijminiyê li ser wan tê meşandin û wiha pê de çû: "Em ê li hemberî kujerê xwe stûyê xwe netewînin. Em ê daxwazên xwe yên demokratîk bi riyên rewa biparêzin. Li girtîgehan pêl bi pêl berxwedan bilind dibe. Ev yek nîşaneya serîrakirina me ye. Em ê teqez azadiyê bidest bixin."
Piştî daxuyaniyê serokê heyetê pirsa wekî; "Te ev daxuyanî li ser navê xwe yan li ser navê hemû hevalên xwe da" ji Dag kir. Dag jî li ser vê yekê got; ew ê daxuyanî li ser navê hemû girtiyan kiriye. Serokê heyetê zivirî girtiyên din û xwest yên tevlî vê daxuyaniyê dibin destê xwe bilind bikin. Li ser vê yekê hemû girtiyan bi kurdî gotin ew tevlî daxuyaniyê dibin.
(ak)