1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo meşa "Azadiya Ocalan" bang!
Ji bo meşa "Azadiya Ocalan" bang!,ji,bo,meşa,azadiya,ocalan,bang

Ji bo meşa "Azadiya Ocalan" bang!

Li Êlihê ji bo meşa "Azadiya Ocalan" bang hate kirin

A+ A-

Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), ji bo banga meşa 28'ê Tebaxê ku bi navê "Ji Ocalan re azadî" civina gel pêk anî. Di civînê de Endama lijneya Koordînasyona KCD'ê Ayla Akat, axivî û got: "Brêz Ocalan Rêberê Gelê Kurd e. Em li hemberî tecrîdê bêdeng namînin."

Amadekariya DOKH'ê ya meşa ji bo Azadiya Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), ji bo banga meşa 28'ê Tebaxê ku bi navê "Ji Ocalan re azadî" civina gel pêk anî. Endamên DOKH'ê li taxên Baglar, Yavuz Selîm û Parka Kine Em civînên gel pek anîn. Nûnerên saziyên jinan û rêveberên BDP'ê yên jin amade bûn. Jinan di civînê de bê navber dirûşmeyên "Bijî Sarok Apo" berz kirin. Jinan ewil sînevîsyona ku jiyan Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan vedibêje temaşe kir. Di civînê de Endama lijneya Koordînasyona KCD'ê Ayla Akat, axivî û got: "Brêz Ocalan Rêberê Gelê Kurd e. Em li hemberî tecrîdê bêdeng namînin. Divê em îro tev bibin yek û dengê xwe bikin yek. Divê em li kolanan li qadan têbikoşin. Gelê me gotiye 'Be serok jiyan nabe.' Gele kurt heta niha li Rêberê xwe xwedî derketiye. Em nizanim gora Seyit Rıza li kuye. Em nizanin gora Şeyh Said li kuye. Em nizanin go ra Said-ê Kurd li kuye. Divê em li hemberî vê neheqiyê bêdeng nemnin."

'Divê em Azadiya Rêberê xwe bixwazin'

Akat, xwest di 28'ê Tebaxê de her kes beşdarî meşa wan a "Ji Ocalan re Azadî" bibin û Azadiya Rêberê xe bixwazin. Divê em ji bo azadiya Rêberê xwe li kolanan têkoşîna xwe bilind bikin."

(mae)


Bêjeyên Miftehî