1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo Muzeya Girtîgeha Amedê gaveke girîng
Ji bo Muzeya Girtîgeha Amedê gaveke girîng,ji,bo,muzeya,girtîgeha,amedê,gaveke,girîng

Ji bo Muzeya Girtîgeha Amedê gaveke girîng

A+ A-

ENQERE 02.08.2014 09:36:16 Weqfa 78'an piştî bi kampanyaya îmzeyan 100 hezar îmze kom kir, Komîsyona Daxwaznameyê, daxwaza Girtîgeha Amedê bibe muze qebûl kir. Celalettîn Can got ku wê daxwaz bê Desteya Giştî ya Meclîsê. Can anî ziman ku qad di plansaziya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de wek “muze” tê dîtin û got, “Lê bele qad milkê dewletê ye. Bi vê biryara Komîsyona Daxwaznameyê re ev biryar bi awayekî teorik ji holê radibe.”

Weqfa 78'an, ji bo Girtîgeha Amedê ya di 12’ê Îlonê de bi hezaran mirov têde di îşkenceyan re derbas bûn, bibe muze 100 hezar îmze kom kiribû û ji Komîsyona Daxwaznameyê ya Meclîsê re pêşkeş kiribû.

Komîsyonê daxwaz, pêşkeşî Wezareta Parastina Milî û Çandê kir.

Têkildarî mijarê Serokê Weqfa 78’an Celalettîn Can ji ANF’ê re axivî û got ku Wezareta Edaletê jî di aliyê erênî de nêrîna xwe diyar kiriye. Can da xuykirin piştî vê biryara Komîsyona Daxwaznameyê dibe ku mijar bê Desteya Giştî ya Meclîsê û got, "Berî niha jî di vê mijarê de AKP, CHP û BDP (DBP)’ê hevdîtin kiribûn. Nêrîna DBP’ê ji xwe li holê ye.”

Can diyar kir, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştgiriyê dide daxwazê û wiha axivî: "Şaredariya Amedê, kir nav plansaziya bajêr. Lê belê vir aîdî dewletê ye. Ji lewra dibe ku astengiyên burokratîk derkevin holê. Bi biryara Komîsyona Daxwaznameyê re ev astengî ji holê radibe. Di rojên pêşiya me de em ê bi partiyên siyasî yên di Meclîsê de û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re hevdîtinên xwe bidomînin. Ji bo muzeyeke ku dijî, ji bo muzeyeke wijdanê civakê û hafizaya civakî bide nîşandan em ê xebatên xwe bidomînin.”