Ji bo mîtînga Rojava bi hezaran kes li Kadikoyê ne
STENBOL 24.11.2013 11:20:31 Li Stenbolê, bi hezaran kes ji bo mîtînga "Li ber xwe bide Rojava Stenbol bi te re ye" ber bi Meydana Îskele ya Kadikoyê ve dimeşin.
Ji bo mîtînga Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê ya bi dirûşma "Em şoreşa Rojava silav dikin Li ber xwe bide Rojava Stenbol bi te re ye" bi hezaran kes li ber Nexweşxaneya Numune ya Haydarpaşayê li hev kom bûn.
Tevî endamên DOKH, TUAD, BDP, Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ya Stenbolê, Ciwanên Lîseyî yên Welatparêz, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Komeleya Piştevahiya Karkeran a Navneteweyî, Meclîsa HDK ya Stenbolê û Rêxistina HDP ya Stenbolê bi hezaran kes ber bi Meydana Îskele ya Kadikoyê ve dimeşin.
Di kortejên BDP'ê de pankarta bi nivîsa "Emê rê nedin destûreke bingehîn a înkar û statukoparêz. Emê têkoşîna destûra bingehîn a demokratîk dewam bikin", pankart bi îmzeya DOKH'ê ya bi nivîsa "Rojava, bila roj li te qet û qet neçe ava", bi îmzeya Însiyatîfa Dayikên Aştiyê pankarta bi nivîsa "Li şoreşa Rojava xwedî derkeve", bi îmzeya Meclîsa Ciwanan a BDP'ê pankarta bi nivîsa "Bi ruhê şoreşa Rojava em ber bi kongreyê ve dimeşin. Bi coşa kongreyê em şoreşa Rojava silav dikin" hatin vekirin.
TUAD ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş pankarta bi nivîsa "Li girtîgehan ji mirinan re na, bila girtiyên nexweş azad bibin" vekir.
Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bi pankarta bi nivîsa "Em şoreşa Rojava silav dikin, Rojava li ber xwe bide Stenbol bi te re ye" beşdarî mîtîngê bû.
Di çalakiyê de timî dirûşmên "Rojava li ber xwe bide Stenbol bi te re ye", "Şervan Muslim dijî, YPG şer dike", "Serkan Tosûn Namire", "Ji ew kesên li rojava dikeve li rojava şer dike re hezar silav", "Bijî Serok Apo" tên qîrîn.
Di mîtînê de tevî Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Hevserokên KCD'ê Aysel Tûglûk û Ahmet Turk, Hevserokên HDP'ê Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu, parlamenterê HDP'ê Levent Tuzel, parlamenterên BDP'ê Demîr Çelîk û Sirri Sakik, Alîkarê Serokê Giştî yê ESP'ê Ayhan Yener, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen gelek nûner amade ne.