1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo Ocalan çalakiya 'Rojiya Mirinê'
Ji bo Ocalan çalakiya 'Rojiya Mirinê',ji,bo,ocalan,çalakiya,rojiya,mirinê

Ji bo Ocalan çalakiya 'Rojiya Mirinê'

A+ A-

Girtiya siyasî bi navê Gonul Erdogan ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermez bike dest bi "Rojiya Mirinê" kir û wiha got: "Heta mafê Rêberê Gelê Kurd Brêz Abdullah Ocalan ê tenduristî, parastin û azadiya fîzîkî neyê bi destxistin ez xwarinê naxwim."

Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê 400 roj derbas kir. Heta niha ne malbat û ne parêzer nikarin biçin Îmraliyê û nikarin hevdîtin pêk bînin. Ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin hem li girtîgehan û hem li derve gelek çalakî pêk hatin. Lê hêj agahî ji Ocalan nayê girtin. Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtiya ji doza PKK'ê tê darizandin Gonul Erdogan ji bo balê bikşîne ser tecrîda Ocalan dest bi "Rojiya Mirinê" kir. Gonul Erdogan ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermez bike, di 1'ê Îlonê de dest bi "Rojiya Mirinê" kir û wiha got: "Heta mafê Rêberê Gelê Kurd Brêz Abdullah Ocalan ê tenduristî, parastin û azadiya fîzîkî neyê bi destxistin ez xwarinê naxwim." Erdogan, der barê armanca çalakiya xwe de bi kurdî daxwazname ji Wezîrê Darê re şand.

Erdogan di daxwaznameya xwe de wiha got: "Me heta niha ji bo pirsgirêkên li girtîgehan û tecrîda li Îmraliyê bi dehan caran daxwazname nivîsandin. Me ev yek bi civakê re parve kir. 13 salin li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî mirovahiyê pêkanînên xerab tên meşandin. Li Girtîgeha Îmralî Brêz Ocalan û 5 hevalên din di bin tecrîda giran de dijîn. Salek zêde ye tecrîdek giran tê meşandin. Zêdeyî salekê ye ne bi parêzerên xwe û ne jî bi malbata xwe re dikare hevdîtinê bike. Serlêdanên parêzeran yên ji bo hevdîtinê bersîvên ji rêzê û li dijî ciddiyetê tên dayîn. Hin caran bi hinceta "Astengiyên hewayê" hin caran jî bi "Keştî xerabe ye" didin pêş. Ev hişmendiya dijminantiyê ye. Bi vê hişmendiyê ne pirsgirêka kurd çareser dibe ne jî şer bi dawî bide. Roj bi roj pirsgirêk kurtir dibe û şer geş dibe. Li her qadê û li her derê gelê kurd ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyan pêk tînin. Divê nexşerêya Rêberê Gelê Kurd Ocalan têxin xizmeta gelê kurd û tirk û rê li pêşiya demokratikbûnê vekin. Ji bo vê yekê jî divê mafê Brêz Ocalan ê tenduristî, parastin û azadiya fîzîkî bê dayîn. Heta ku ev maf neyên tayîn aştî û aramî pêk nayê. Dê gelek kesên din jiyana xwe ji dest didin. Çawa gelê me li hemberî vê pêkanîna dijmirovahî di ber xwe diin. Ez jî dê wekî dîlek azadiyê di ber xwe bidim. Ji ber vê yekê min mirin daye ber çavan. Heta mafê Rêberê Gelê Kurd Brêz Abdullah Ocalan ê tenduristî, parastin û azadiyê bê bidestxistin ez dê çalakiya xwe ya Rojiya Mirinê berdewam bikim."

(mae)