1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo Ozgur Gundemê meşiyan
Ji bo Ozgur Gundemê meşiyan,ji,bo,ozgur,gundemê,meşiyan

Ji bo Ozgur Gundemê meşiyan

Cezaya girtina rojnameya Ozgur Gundemê bi meşa girseyî hat şermezarkirin.

A+ A-

Cezaya girtina rojnameya Ozgur Gundemê bi meşa girseyî hat şermezarkirin. Edîtorê Rojnameyê Bayram Balçi diyar kir ku kes nikare mafê agahî girtinê bibire. Divê kes li hemberî vê bêdeng nemîne.

Ji aliyê 14'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ve girtina Rojnameya Ozgur Gundemê li qada Taksîmê ji aliyê xebatkarên çapemeniya azad ve hat şermezarkirin. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, Hevseroka BDP'a Stenbolê Asiye Koçak û nûnerê platfoma hevkariya bi rojnamevanên girtî re Necatî Abay jî di nav de bi sedan kesên li rawestgeha Tramvaya Taksîmê civiyan pankarta li ser; "Kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike" nivîsandî vekirin û dirûşmeya; "Ozgur Gundem rûmeta me ye" berzkirin. Girsê piştî meşa li ber lîseya Galatasarayê bidawî bûyî daxuyanî da û girtina rojnamê şermezar kir. Edîtorê Rojnameya Gundemê Bayram Balçi di çalakiyê de axivî û got; "Girtina rojnameyê xesp kirina mafê agahîgirtinê ye.

'Bila Erdgodan kujerên Anter darizîne'

Balci girtina rojnamevanên di bin navê KCK'ê de hatine girtin bibîr xist û wiha axivî: "Di salên 90'an de xebatkarên rojnameya me hatin qetilkirin. Ez ji vê derê bang li Erdogan dikim; heke ji bo xwe dibêje ez miroveke birûmet im wê demê bila bê û kujerên Musa Anter û Nazim Babaoglu darizîne. Rojnameya me wehşetên ku li Roboskî û Pozantiyê pêk hatine teyîsand. Divê kesek li hemberî xespkirina mafê agahîgirtinê bêdeng nemîne.

'Dixwazin dengê mûxalîf bibirin'

Hevseroka Giştî ya BDP'ê jî biryar wekî sansur nirxand û wiha axivî: "Wekî hinceta girtinê teyîsandina axaftinên me yên di civîna Kongreya Civaka Demokratîk de nîşan didin. Ji ber ku axaftinên me wekî manşeta rojnameyê hat dayîn dibêjin we propagandaya rêxistinê kiriye. Ozgur Gundem dengê dorhêlên mûxalîf e. Dixwazin vî dengî bibirin. Di demên ku dengê çapemeniyê dibirin de komkujî pêk tên."

(ak)


Bêjeyên Miftehî