Ji bo parastina ziman kampanyaya îmzeyan
Em kurdên bi tirkî diaxivin şermezar dikin!
EM KURDÊN BI TIRKÎ DIAXIVIN ŞERMEZAR DIKIN..!
Rojeva kurdan dagirtiye û kurd ji her demê bêhtir bi rêxistin û amade ne. Ji ber wê jî ji her demê bêhtir nêzîkî azadiya xwe ne. Em mîna malpera Amîda Kurd ku ev heft sal û nîv e, weşanê dike, me timî grîngî daye rojeva kurd, me ji destpêkê ve aliyê xwe diyar kiriye û ji destê me çi hatibe, mîna weşaneke li ser înternetê, me pêk aniye.
Lê em vê jî dizanin ku; rojeva kurd çi dibe bila bibe, zimanê kurdî yekem rojev e ji bo me, lewra ZIMANÊ ME HEBÛNA ME YE!..
Ziman ji nifşan, derbasê nifşan dibe û wisan li ser lingan dimîne. Bi berdewamiya vê çerxê re dewlemend dibe û pê re jî gel dijî û dewlemend dibe.
Loma jî, bi zarokan re axaftina bi kurdî, ji her tiştî grîngtir e!..
Tu xizmetek, bi qasî ku mirov vî zimanî hînê zarokên vî gelî bike pêştir û pîroztir nîne!..
Beriya her tiştî divê ev ziman li gel hemû bedewiyên wê dewrî nifşên nû bibe, da ew nifş ji tunebûnê rizgar bibe û serbilind bijî.
Divê zarokên me bi grîngî, bedewî û pîroziya zimanê xwe bizanin û bi wan mezin bibin.
Zarokên me divê bi vî zimanî biramin, xewnan bibînin, xiyalan deynin, bixwînin, biaxivin, binivîsin.
Tu tiştek nikare bibe sedem ji bo pêkanîna vî karê pîroz û divê nebe jî, an na dê bibe xizmet ji lîstikên tunekirina vî zimanî re.
Bi hêviya ku tu kurdek li ser ruyê erdê nebe kujerê zarokên xwe û bi destê xwe zarokên xwe nede xelkên din, lewra hînkirina zimanekî din kuştina wî zarokî ye û zarok bi kîjan zimanî biaxivin, dibine zarokên wî gelî. Tu sedem nikare vê kirêtê û malmîratiyê mafdar nîşan bide!..
Ji ber van sedeman û gelek sedemên bi vî rengî, em kesên ku navên wan li jêr nivîsandiye, WE KURDÊN TIRKÎAXÊV Û KUJERÊN ZAROKÊN KURD Û PÊŞEROJA KURD ŞERMEZAR Û PROTESTO DIKIN!.. Her wiha bang li we dikin ku xwe di bin sî û perdeya tu sedemî de neveşêrin û gavek zûtir dev ji vê malxirabiyê berdin. An jî dev ji derewa ”Em kurd in” berdin.
"Kurdino, malxerabino, yan nebêjin em kurd in, yan fêrî zimanê xwe bibin." Mîr Celadet Alî Bedirxan
Kesên bixwazin binê vê tekstê îmze bikin, bila nav, paşnav, welat û bajarên ku lê dijîn û karên xwe bi rêya e-maila [email protected] an jî [email protected] ji me re bişînin, em ê li lîsteya navan zêde bikin. (Redaksiyona Malpera amidakurd.net)
Têbinî: Em dê encama vê kampanyaya îmzeyan ji hemû sazî, dezgeh û medyaya kurd re bişînin. (Redaksiyona Malpera amidakurd.net)
Nav û Paşnav Kar/Pîşe Welat
1- Bîrgul Ozbaris Arda Rojnamevan Swêd
2- Mahabad Felat Arda Nivîskar/Rojnamevan Swêd
3- Cenan Karaer Swêd
4- Beghyanî Shadî Sharîn hîndî-ewrupînas, aryanînas Zürich, Swîsre
5- Jîr Jan Amedî Nivîskar Stenbol
6- Azad Ekkaş Wergêr/Helbestvan Hewlêr
7- Azad Efrîn Xwendekarê Zanîngehê Berlîn
8- Evîn Kiliçarslan Karmend Danîmarka
9- Siberoj Sobarî Hurî Hollenda/Rotterdam
10- Husên Duzen Wergêr Hamburg
11- Hafît Demîrel Rêvebir Duhok
12- Mamoste Nûjen Karîkatorîst Stockholm/Swêd
13- Bahoz Baran Nivîskar Amed
14- Bawer Şeker Endezyar Amed
15- Mijda Şeker Amed
16- Azad Makûyî Zimannas û wergêr Zanîngeha Tehran`ê
17- Kawa Nemir Helbestvan/Nivîskar Amed
18- Rêzan Tovjîn Nivîskar Amed