1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo perwerdehiya kurdî eleqeya mezin
Ji bo perwerdehiya kurdî eleqeya mezin,ji,bo,perwerdehiya,kurdî,eleqeya,mezin

Ji bo perwerdehiya kurdî eleqeya mezin

A+ A-

ENQERE (DÎHA) – Bi destpêkirina sala perwerdehiya nû, banga saziyên kurdan a dibistanan jî gelek kesên ku dixwazin bi zimanê dayikê perwerde bibînin serî li saziyên kurdan didin. Kurd-Der a ku di heman demên demê 15 polan de dê 300 xwendekaran perwerde bike amadekariyan dike ji bo Zanîngeha Bîlkentê jî mamosteyeke dersa kurdî ya hilbijartî bide pêywirdar kir.

Bi destpêkirina sala perwerdehiya nû, çalakiyên kurdan ên ji bo perwerdehiya zimanê dayikê jî zêd bûn. Li aliyeke ji saziyên kurdan banga boykotê tê li aliyê din jî ji bo perwerdehiya ziman xebat didomin.

Komeleya Piştevaniya Çandî ya Demokrasiyê ya Kurd (Kurd-Der) li Enqereyê her sal bi kursên ku vedike hem bihistiyariya ji bo ziman zindî digire û hemjî pêşengiya xebatên ji bo ziman dike. Kurd-Der ji bo sala perwerdehiya nû jî xebatên xwe didomîne. Li avahiya komeleyê de li 15 polan perwerde dide. Komele di heman demê de ji bo zarokên 4-6 salî jî xebatên taybet dimeşîne.

Ji bo zarokan xebata zimanê dayikê

Serokê Kurd-Derê Mustafa Karaman têkîldarî xebatên xwe agahî da û got ku ji bo sala nû serlêdan didomin û ew ê heta dawiya meha îlonê serlêdanan bigirin û dest bi perwerdehiyê bikin. Karaman da zanîn ku ew ê îsal ji bo zarokên 4-6 salî jî bername amade bikin û wan parwerde bikin, ew dixwazin çîrok û lîstikên bi kurdî bidin hezkirin.

Xebatkarên sefîrxaneyan, biyanî û tirk jî serî lê dinin

Karaman got ku ew di nava hefteyê de saet di 18.00-21.00’a de, dawiya hefteyê jî saet di 11.00-14.00’an de bi 20 mamosteyên kurd perwerde didin û dîsa ji bo sewiyeyan jî di hefteyê de 2 rojan ders didin. Karaman destnîşan kir ku eleqeya ji bo kurdî zêde bûye û di nava kesên ku serî li wan didin de tirk, xwendekarên zanîngehan, xebatkarên sefîrxaneyan û xwendekarên ji Îspanya û Peruyê hatine û li Enqereyê dixwînin jî hene. Karaman diyar kir ku heke ew pirsgirêka mamosteyên erebî û Farisî çareser bikin dê dest bi wan perwerdeyan jî bikin. Karaman bilêv kir ku polên 20-25 kes in û ji ber daxwazê ev pirsgirêka cih jî dikêşin.

Ji bo boykota dibistanan bangawazî

Karaman bal kişand li ser girîngiya zimanê dayikê û wiha axivî: “Zimanê dayikê qasî şîrê dayikê helal e, qasî nan, av û hewayê girîng e.” Karaman diyar kir ku mafê her kesî heye ku bi zimanê dayikê perwerde bibin lê dewlet vê derfetê nade, berovajî vê yekê bi polîtîkayên asîmîlasyonê dimeşîne. Karaman got ku ji ber van polîtikayan wan wekî TZP-Kurdî û saziyên girêdayî wan ê hefteya yekemîn a dibistanan dersan boykot bikin û ji bo vê yekê jî bangawazî kir, xwest hemu welatî beşdarî boykotê bibin, zarok^ne xwe neşînin dibistanan.

Mamoste dan Bîlkentê

Karaman anî ziman ku Zanîngeha Bîlkentê ji bo dersa kirdî ya hilibjartî seri li wan dane û wan jî mamostek ji bol i wir dersên kurdî bide tpêywirdarî wê derê kirine. Karamar herî dayî diyar kir ku bi taybetî di demên dawî de eleqeya ji bo zimanê kurdî pir zêde bûye.

(sa)