1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo perwerdehiya ziman 30 hezar îmze
Ji bo perwerdehiya ziman 30 hezar îmze,ji,bo,perwerdehiya,ziman,30,hezar,îmze

Ji bo perwerdehiya ziman 30 hezar îmze

Li Wanê ji bo perwerdehiya ziman 30 hezar îmze hatin berhevkirin

A+ A-

HASAN YOLDAŞ

WAN (DÎHA) - Li Wanê ji bo perwerdehiya kurdî û rakirina 'Sonda me' kampanya hat destpêkirin û di nav 4 rojan de 30 hezar îmze hat berhevkirin.

Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan got "Di rojeva me de perwerdehiya kurdî nîne. Jixwe tiştekî wiha dê welat perçe bike". Li Aliyekî ji bo perwerdehiya kurdî çalakî tên lidarxistin û ji aliyê din kampanyayê îmzeyan didomin. Li Wanê ji bo perwerdehiya kurdî û rakirina 'Sonda me' kampanya hat destpêkirin û di nav 4 rojan de 30 hezar îmze hat berhevkirin. Kampanya di pêşengiya KURDÎ-DER, Egîtîm-Sen, Mala Piştgiriya Perwerdehiyê, HDK, Komeleya Piştevaniya Veliyên Xwendekaran (OVDER) û NÇM'ê de li bajar standên îmzeyan hatin vekirin û stand rastî eleqeyeke mezin hatin.

'Zarokên xwe neşînin dersên bijarte'

Serokê Şaxa KURDÎ-DER'a Wanê Îsmaîl Aşkan da zanîn ku daxwaza gel ya ji bo perwerdehiya ziman pir mezin e û wiha got: "2 stand hatin vekirin û ev îmzeyên hatine berhevkirin nîşan dide ku gel girîngiyeke mezin nîşanî perwerdehiya zimanê zikmakî didin. Bi sedan sal in dewlet daxwazên gelê kurd asteng dike. Dixwazin gelê kurd asîmîle bikin. Hikûmeta AKP'ê li zanîngehan vekirina beşa Kurdolojiyê ve dixwaze gelê kurd bixapîne. Hemû kes dizane ku kurdî zimanekî bijartinê nîne, zimanê zikmakî ye. Em jî bang li gelê xwe dikin ku zarokên xwe neşînin dersên bijarte. Ji bo perwerdehiya kurdî çi ji destê me tê em ê pêk bînin."

'Gelê kurd her tim daxwaza zimanê zikmakî kir, dike û dê bike'

Aşkan anî ziman ku dê îmzeyên ku hatine berhevkirin bi girseyî teslîmî Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Wanê bikin û wiha axivî: "Bila dewlet baş bizanibe ku gelê kurd her tim daxwaza zimanê zikmakî kir, dike û dê bike. Tayyîp Erdogan dibêje 'Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê dê Tirkiye perçe bibe'. Bila Erdogan vê baş bizanibe ku heta daxwaza perwerdehiya kurdî pêk neyê, dê Tirkiye ber bi perçebûnê ve biçe."

(ça/mae)