1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo Roboskî muze tê çêkirin
Ji bo Roboskî muze tê çêkirin,ji,bo,roboskî,muze,tê,çêkirin

Ji bo Roboskî muze tê çêkirin

Ji bo kesên li Roboskî hatin qetilkirin muze tê çêkirin

A+ A-

09:35 04.01.2014 1 / 2 MEHMET ZEKÎ ÇÎÇEK

ŞIRNEX (DÎHA) - Ji bo bîranîna kesên di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dane li gundê Roboskî muze bê çêkirin kampanya hat destpêkirin. Di duyemîn salvegera komkujiyê de di pêşengiya ciwanên SGDF'ê de ji bo muzeyê wê xebatekek hevpar û kolektîf bê meşandin. Di xebata ku bi 3 merheleyan wê pêş bikeve de 10 projeyên bên hilbijartin wê ji bo malbatan bên pêşkêşkirin.

Ji bo 34 welatiyên ku li gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê di encama êrîşa balafirên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK)'ê de jiyana xwe ji dest dan wê li gundê Roboskî muze bê çêkirin. Di pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF)'ê de di duyemîn salvegera komkujiyê de ku xebata muzeyê hat destpêkirin, xebatekek hevpar û kolektîf wê bê meşandin. Di xebata ku bi 3 merheleyan wê pêş bikeve de 10 projeyên bên hilbijartin wê ji bo malbatan bên pêşkêşkirin û xebat bi vî awayî wê bidome. Mîmar Tanju Gunduzel ê yek ji aktîvîstên kampanyayê ye û bi malbatan re hevdîtin pêk anî ji bo DÎHA'yê nirxandin kir.

'Armanca me ev e ku em edaletê li cihê bêedaletiyê bilind bikin'

Gunduzel, diyar kir ku bi projeya muzeyê re dixwazin di lêgerîna edaletê ya malbatan de piştevaniyê bikin û kampanya bi 3 merheleyên wek komkirina alîkariyê, hilbijartina projeyê û destpêkirina xebatan wê pêş bixin. Gunduzel got, "Armanca me ev e ku em nîşanî yên li hember (behsa Fermandariya Tugaya Gulyazi dike) bikin ku wê edalet li cihê bêedalatiyê bilind bibe. Em dixwazin bi pêşbirka projeyekê avahiya muzeyê hilbijêrin. Ji bo wê em kampanyayeke alîkariyê didin destpêkirin. Yek jî sîteya me ya web heye. kampanya di salvegera Komkujiya Roboskî de dest pê kir û heta meha Gulanê wê bidome. Di tevahiya demsala havînê de jî bi ciwanên ji Tirkiyeyê bên li gor bernameya ku malbat bi rê ve bibin em ê avahiya muzeyê heta dawiya havînê temam bikin. Ji destpêkê heta dawiyê wê xebateke kolektîf be."

'Dema xebatkarên projeyê di berxwedana Gezî de hatin girtin xebat dereng ketin'

Endamê Komîsyona Hewldana Muzeya Roboskî û SGDF Hayatî Yildiz ê ji salvegera komkujiyê heta îro gelek caran bi gundiyan re hevdîtin çêkir anî ziman ku dixwestin kampanyayê sala borî bidin destpêkirin, lê ji ber piştî berxwedana Gezî nêzî 100 hevalên wan di çarçoveya operasyonên hikûmeta AKP'ê de hatin girtin xebatên wan dereng man.

'10 projeyên ji aliyê juriyê ve bên hilbijartin wê ji malbatan re bên pêşkirin' Yildiz da xuyakirin ku di 28'ê Kanûna 2013'an de dest bi xebatan kirine û axaftina xwe wiha domand, "Wê ev kampanya heta meha Gulanê bidome. Me merheleya yekemîn wek bidestxistina projeyan diyar kir. Her kes dikare di çêkirina projeya mîmarî de bixebite. Di dawiya meha Adarê de wê ev pêşbirk bi dawî bibe. Wê ji wan 10 proje ji aliyê juriyê ve bên hilbijartin û li gor daxwaza projeya ku malbatên şehîdên Roboskî hilbijêrin em ê dest bi xebatan bikin. Em ê di destpêka meha Gulanê dest bi çêkirina muzeyê bikin û di nîvê meha Îlonê de wê biqede.

'Bi rêya sîteya roboskimuzesi.org daxwaza piştevaniyê'

Yildiz têkildarî muzeya bê çêkirin bang li tevayî derdorên demokratîk kir û destnîşan kir ku bi rêya sîteya roboskimuzesi.org dikarin piştgiriyê bidin vê projeyê. Yildiz axaftina xwe wiha domand, "Em dixwazin muze ji bo wekhevî û biratiya di navbera kurd û tirkan de bibe sembol. Tevayî daxwaz û banga me ev we ku rewşenbîrên kurd û tirk, kesên sosyalîst, şoreşger û demokrat vê kampanyayê bikin rojev û di gotinên xwe de bînin ziman."

(yş/mae)