"Ji bo Roboskî rû nedin" tu jî îmzeyekê bide
12:40 04.11.2013 1 / 5 AMED (DÎHA) - Ji bo doza qetlîama Roboskî ya 34 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, ji dadgeha leşkerî bê wergirtin û îadeyî dadgeha sivîl bê kirin, aktîvîstên aştiyê Meral Geylanî û Îbrahîm Yaylali, bajar bajar digerin û îmzeyan kom dikin. Ji bo kampanyaya ku heta 29'ê Kanûnê wê berdewam bike Yaylali got, "Ji bo hesab ji berpirsiyarên vê qetlîamê bê pirsîn û careke ev qetlîam rû nedin em bi wan re têkoşînê bi rê ve dibin."
Ji ser qetlîama Roboskî ya 28'ê Kanûna 2011 heta îro 676 roj derbas bûn, lê belê hîn jî ji bo edaletê tu gav nehatin avêtin. Tevî vê jî der barê kesên xizmên wan hatin qetilkirin de doz hatin vekirin û di 7'ê Mijdarê de wê derkevin pêşberî Dadgeha Qilabanê. Di lêgerîna edaletê ya malbatên Roboskî de aktîvîstên aştiyê Meral Geylanî û Îbrahîm Yaylali jî malbatan tenê nahêlin kampanyaya îmzeyan a ji 1'ê Îlonê ve ji bo dosyaya leşkerî ji dadgeha leşkerî bê wergirtin û îadeyê dadgeha sivîl bê kirin berdewam dikin. Aktîvîstên aştiyê bi dirûşmaya "Em li Roboskî daraza leşkerî naxwazin" bajar bajar digerin, bi nûnerên rêxistina civaka sivîl û partiyên siyasî re hevdîtinan çêdikin. Standa têkildarî vê kampanyayê jî niha li Amedê ye. Yaylali û Geyanî bi standa ku li semta Ofîs Kolana Kafeler danîne ji Amediyan piştgiriyê dixwazin. Yaylali û Geylanî, gotin ku armanc ev e ku ji bo darizandina berpirsiyaran, Serokkomar Abdullah Gul bikeve nav hewldanan.
'Her kes wê herêmê nas dike'
Aktîvîsta aştiyê Meral Geylanî anî ziman ku qetlîama Roboskî ji aliyê dewletê ve bi zanebûn û bi awayekî plankirî hatiye kirin û wiha domand, "Di vê qetlîamê de gelek jê zarok 34 mirovan jiyana xwe ji dest da. Ji bo berpirsiyar bên dadgehkirin, me 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê dest bi kampanyaya îmzeyan kir. Em ê îmzeyan roja salvgera qetlîamê bidin Serokkomar Gul."
'Ji bo dadgehkirina berpirsiyaran em têdikoşin'
Îbrahîm Yaylali jî anî ziman ku nêzî salekê ye bi malbatên Roboskî re têkoşîna huqûqê didin meşandin û got, "Ji bo dîtina berpirsiyarên qetlîamê me dest bi kampanyaya îmzeyan kir. Çi dibe bila bibe heta dawiyê em ê ji bo Roboskî têbikoşin. Ji bo hesab ji berpirsiyarên vê qetlîamê bê pirsîn û careke ev qetlîam rû nedin em bi wan re têkoşînê bi rê ve dibin."
(yş/mae)