1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo Rojava komîsyon hate avakirin
Ji bo Rojava komîsyon hate avakirin,ji,bo,rojava,komîsyon,hate,avakirin

Ji bo Rojava komîsyon hate avakirin

Li Amedê ji bo Rojava komîsyon hate avakirin

A+ A-

SERKAN KURT

AMED (DÎHA) - Koordînasyona Piştgiriya bi Gelê Rojava re ji bo kampanyayên ji bo Rojava hatin destpêkirin bi plan pêk bê dest bi xebatan kir û li Amed û navçeyan komîsyon avakir. Sekreterê ÎKK'ê yê TMMOB'ê ya di nav koordînasyonê de cih digire Necatî Pîrînçîoglu, diyar kir ku ji bo alîkariyên tên komkirin ji Deriyê Sînorê yê Nisêbînê bigihijînin Rojava komîsyon avakirin û ji bo kampanyayan bernameyên cuda çêkirin.

Piştî di 8'ê sibatê de alîkariyên hatin komkirin li ser Deriyê Sînorê yê Nisêbînê şandin Qamîşloyê her hefte bi awayekî plansazî alîkarî hatin şandin. Ji gelek bajar û navçeyên herêmê alîkarî hatin komkirin û bi kamyonan şandin herêmê. Koordînasyona Piştgiriya bi Gelê Rojava re ya ku ji bo alîkarî bi awayekî rêk û pêk pêk bên hatî avakirin xebatên xwe li Amed û navçeyan ên komkirina alîkariyan didomîn e. Ji tevkarên koordînasyonê Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajar (ÎKK) ê TMMOB'ê yê Amedê Necatî Pîrînçîoglu, diyar kir ku ji ber şerê li Suriyeyê demek dirêje berdewam dike û ji ber vê yekê li hemberî tevahiya gelê Suriyeyê ambargoyekî heye lê herî zêde kurd ji vê yekê bi bandor dibin. Pîrînçîoglu, anî ziman ku gelê Rojava di nava ambargoyê de ambargoyê dijîn û wiha got: "Ji bo ev ambargo bê şikandin me dest bi tevgerê kir. Me di 8'ê sibatê de li ser sînorê Nisêbînê ji Qamîşloyê re alîkarî bir. Piştî destûra fermî hate dayîn alîkarî di deriyê sînor re hatin şandin. Li 16 bajaran bi armanca piştgiriyê alîkarî hatin destpêkirin. Li Amedê ji bo vê yekê koordînasyonek hate avakirin. Di nava vê koordînasyonê de Koordînasyona Bajara a TMMOB'ê jî cih girt. Em vê xebatê dimeşîn in. Niha kampanyayekî me heye. Li gelek cihan alîkarî tên komkirin."

Deriyê sînor hefteyê 4 rojan ji alîkariyê re vekiriye

Pîrînçîoglu, da zanîn ku alîkarî ji bilî rojên în, şemî û yekşemî di rojên din de diçin Qamîşloyê û ji bo alîkarî bi rêk û pêk bên şandin dê xebekê bidin destpêkirin. Pîrînçîoglu, bilêv kir ku niha li Amedê alîkarî diçin lê dê vê yekê bi plan bikin û wiha axivî: "Marketên herêmî hemû piştgiriyê didin vê yekê. Em bi şaredaran re têkildarî vê yekê civîn li dar xist. Esnafên me yên biçûk hemûyan got ew dê piştgiriyê bidin vê yekê. Em dê bi esnafên xwe re alîkariyên xwe bidomîn in."

Ji bo alîkariyan komîsyon hate avakirin

Pîrînçîoglu, destnîşan kir ku ji bo Rojava alîkarî li Amedê hate destpêkirin lê ji ber ku rêk û pêk nehate kirin ev yek hate rexnekirin. Pîrînçîoglu, anî ziman ku gelê Amedê her tim a ket berê wê kir û rola xwe lîst û dê li vir jî rola xwe bilîze. Pîrînçîoglu, da zanîn ku ji bo alîkarî bên lezxistin û bersiva daxwazan bidin komîsyon avakirin. Pîrînçîoglu, bilêv kir ku tenê li navçeyên navendî na li navçeyên din jî komîsyon avakirin û wiha pê de çû: "Ziyaretên me yên esnafan dê berdewam bike. Em bernameyên televîzyonan difirkirin. Dê kampanyaya me berdewam bike. Em dê kampanyayê bêtir hilgirin rojeva xwe û alîkariyan pêk bînin."

Pîrînçîoglu bang li hemû kesî kir ku bi hêz piştgiriyê bidin kampanyayê.

(bd/mae)