Ji bo Rojava pirtgiriya jinên colemêrgî
12:11 17.11.2013 1 / 5 COLEMÊRG (DÎHA) - Meclisa Jinê ya BDP’ê ya Colemêrgê bi armanca piştevaniya ji bo gelê Rojava, tevkariya ku li navçeyê kom kir ji gelê Rojava re şand.
Tevkariya ku li taxa Yeşîldere hat komkirin, di saetên serê dibe de ji aliyê jinan ve li TIR’an hat barkirin. Li cihê barkirina tevkariyê, bernamzeta Şaredariya Geverê Ruken Yetîşkîn, axaftinek kir û diyar kir ku ev nêzî mehekêye jinên Geverê ji bo gelê Rojava kampanyaya tevkariyê daye destpêkirin. Yetîşkîn anî ziman ku tevkariya ku hatiye komkirin emcama keda destê jinê ye û wiha got: “Bê guman ev tevkarî ne bes e. Ji bo ku em karibîn xwedî li gelê xwe yê Rojava derbikevin, pêdivî bi xebatekê mezintir heye.” Piştî axtinê tevkarî ber bi Rojava ve hat bi rêkirin.
(aw/mae)