Ji bo Rojavayê Kurdistanê bang!..
Ji bo Rojavayê Kurdistanê banga kampanyaya neteweyî
Perwer Yaş Parîs - Di konferansa bi navê Şêwra Neteweyî ya ku di Parlementoya Franseyê de ji aliyê KNK’ê ve hate lidarxistin, de bal kişandin ser piştgiriya ku Rojavayê Kurdistanê daye têkoşîna azadiya parçeyên din ên Kurdistanê û peyama “êdî dem deyndanê haiye” hate dyin. Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah jî xwest ku ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanyaya piştgiriyê bê destpêkirin.
Di konferansa Şêwra Neteweyi de ku ji aliyê KNK’ê ve hate lidarxistin nunerên gelek sazî û rêxistinên Kurdan amade bûn û rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin .Konferans îro saet di 09.00 de dest pê kir. Di dîwana konferansê de Endama Konseya Rêveber a KNK’ê Nilufer Koç, Rojhan Hazim û George Aryo, Alîkarê Serokê KNK’ê Bengî Haco û Endama Komîsyonan Jinan a KNK’ê Dilşa Osman cih girtin û konferansê bi rê ve birin.
‘ŞOREŞEK MEZIN A GEL HEYE’
Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah axaftinek kir û peyamên girîng dan. Ebdullah destnîşan kir ku gelê Rojavayê Kurdistanê bi têkoşîna xwe destkeftiyên mezin bi dest xistiye û got; “ Di nava xwe de hêza xwe ya rêxistinî ya xurt ava kiriye, li wir şoreşek a gel ku xwe bi saziyên xwe bi rê ve dibe heye.”
Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah wiha got; “Hemû çand, gel û civakên li Sûriyeyê dewlemendiyên me ne. Divê bi her awayi yekitiya gelê Sûriyeyê were parastin. Em ê li ser esasê biratiya gelan siyaseta xwe bi rê ve bibin. Divê hemû muxalefet li ser esasê makeqanûneke nû û zîhniyeteke nû ji bo Sûriyeyê bixebite.”
Ebdullah diyar kir ku ew weke PYD’ê ew ê ji bo bihêzkirina Desteya Bilind hewl bidin û bal kişand ser xeteriyê derve û hundir. Asya Abdullah got; “ Armanca dewleta Tirk çewisandina şoreşa me ye. Ger mudaxeleyê me bikin, mafê me heye ku em xwe biparêzin. YGP berpirsa parastina Kurdistanê ye. Ev hêz bi tu partiyan ve girêdayî nîne.”
‘BILA KAMPANYAYA PIŞTGIRIYA NETEWEYÎ BÊ AVAKIRIN’
Hevseroka PYD’ê bal kişand ku ji tenduristiyê heta perwerdehiyê gelek pirsgirêkên wan hene û got; “Jêder û çavkaniyên me hatine qutkirin. Tenê deriyê Başûrê Kurdistanê vebûye. Ev sînor ji bo me pir girîng e. Em jî dixwazin ku saziyek hebe ku rewşa Rojavayê Kurdistanê bişopîne. Ger mudaxeleyê me bikin, divê ev yek weke pirsgirêkek neteweyî bê dîtin” û ji bo Rojavayê Kurdistanê banga kampanaya piştgiriya neteweyî kir.
Nunera Yekitiya Parlementerên Başûrê Kurdistanê Kerîm Biradost jî kêfxweşiya xwe ya ji bo konferansê anî ziman û diyar kir ku ew piştgirî didin Rojavayê Kurdistanê û got:
“Bi boneya ku piraniya Rojavayê Kurdistanê ketiye destê kurdan em gelek kêfxwe û bextewarin. Bi taybet lazime parçeyên Kurdistanê yên din piştgiriyek mezin bidin vê perçeyê. Pêwîste li gor berjewendiyên kurdan polîtîka bên meşandin. Hemû partiyên Kurdistanî yên li Rojavayê Kurdistanê lazime bi hêstiyarî tevbigerin.
Dîsa pêwîste ku kurdên rojava bi muxalefeta Suriyeyê re têkilî deynin. Lê li bila sere xwe li hemberî pêkutiyên dewleta desthilatdar jî netewînin. Divê hemû kes girêdayî bimînin Peymana Hewlêrê ya bi pêşengiya Serok Barzanî hatibû qebûlkirin û bûbû sedema kêfxweşiyê me kurdan hemûyan.”
PJAK: ÊDÎ DORA ME YE
Serokê PJAK’ê Hecî Ehmedî jî diyar kir ku kurdên Rojavayê Kurdistanê piştgiriyeke gelek bêhempa dane tevgerên azadiyê yên hemû perçeyên Kurdistanê û wiha axivî: “Niha dora me ye. Lazime êdî em ji bo vî perçeyî bixebitin.” Ehmedî di berdewama axaftina xwe de balkişand ser ‘Bihara Ereban’ û got ku ev ne şoreşin. Ehmedî wiha domand: “Li van welatan gel serî rakir û rejîm hatin guhertin. Lê ev raperîn pêşî li ber dîktatoriyên nû vedikin. Ji ber vê jî lazime ev guhertina Rojavayê Kurdistanê em veguhêzin şoreşî. Em ji Rojavayê Kurdistanê re deyndarin. Xebata ku jib o wê em bikin bona hemû Kurdistanê ye. Ger em baldar nebin wê Lozaneke nû derxin pêşme. Gelê kurd tu care Lozanên nû qebûl nake. Jixwe çav li rêye ku yekemîn Lozan ji hole rabe. Niha li rojhilata navîn herî zêde kurd têdikoşin. Bi taybet lazime yekitiya li Rojavayê Kurdistanê bê parastin û heta qiyametê jî bidome.”
PEYANA METRANÊ HELEBÊ
Oldarê Suryanî Metranê Helebê Grîgorîs Hanna Îbrahîm ku nekariye tevli konferansê bibe ji konferansê re peyamek nivîskî şand. Hanna Îbrahîm destnîşan kir ku ji ber pevçûnan nekariye ji Helebê derkeve û di peyama xwe de ev tişt gotin: “Baweriya me min temame ku konferansa we wê hevkariyek mezin bide demokratîkbûyîna Suriyeyê. Em ji bo Suriyeyekî ku hemû ol û bawerî dikarin bi hevre di nava aştiyê de dijîn dua dikin. Wekî Iraqê li vir jî Xirîstiyan bi gelek talûqeyan re rû bi rune. Em serkevtinê ji we re dixwazin û dibêjin ku duayên em bi we re ne.”
BEŞA NÎQAŞÊ
Konferans di saetên êvar de bi beşa nîqaşê berdevam kir. Di nîqaşan de ev nêrîn derketin pêş.
Berzan Farac (Nûnerê YNK’ê) : Ji bo ku destûr daye di meclîsa xwe de em rewşa kurdan nîqaş bikin, ez spasiyê xwe ji Fransayê re pêşkeş dikim. Hemû hêzên li Suriyeyê xwedî rojevên cuda ne –xwedî ajandane-. Lazime kurdan jî ajandaya xwe hebe. Em dê piştgiriyê bidin hemû biryarên gelê Kurdistana Rojava.
Aprahamîan (Serokê Konseya Rojavayê Ermenîstanê) : Eger sedsala 20’an bûbe sed sala komkujiyan, sedsala 21’an jî wê bibe sed sala gelan. Ev demek dirêje em ji bo mafên gelên bindest têdikoşin. Daxwaza me ewe ku mafên kurdên Rojavayê Kurdistanê bê dayîn.
Meşhûq Xeznewî: Lazime rewş baş bê tespîtkirin ku çareseriyek rast jî were dîtin. Li Kurdistanê ji sala 1957’an heta adara 2011’an li Rojavayê Kurdistanê zêdetirê 50 partî hatin avakirin. Lê tu tişt nekirin. Di adara 2011’an de encumen hat avakirin û yekitî hat avakirin. Heta niha 3 partî ji encumenê veqetiyan. Ez zarokê Qamişlo me. Heta niha ez tevli gelek konferansan bûm. Tu kes nikare min ji wê derê derxe. Lê ez tu care jî nabim şirîkê xeletiyê.
Xazî (Tevgera Yekitiya Îslamî) : Xwedê piştevanê hemû mazlûman bibe. Lazime em firsendan biafirînin. Pêwîste em pêngavên mezin bavêjin. Em wekî Tevgera Îslamî pêvajoyê dişopînin. Lazime hemû partî bi hev re bixebitin.
Muhammed Şerîf (Parlamenterê Parlamentoya Kurdistanê) : Bi boneya ku ji çar parçeyên Kurdistanê siyasetmedar û hêzên din li vir civiyane ez gelek kêfxweş bûm. Heta ku me Seddam ji hole rakir bi şerê Pêşmergeyan me têkoşîn meşand. Lazime berjewendiyên netewa me li ser hemû berjewendiyên partiyan be. Îro kurd li Iraqê bûne xwedî statuyek. Em wekî komînîstan ji bo serxwebûna Kurdistanê têdikoşin. Em wekî partî ji bo azadiya Rojavayê Kurdistanê çi dikeve ber me amade ne bikin.
Îbrahîm Hemmo (Partiya Lîberal a Kurdan ya Suriyeyê): Dema ez axafinan guhdar dikim, ji xwe re dibêjim ku ‘Me li vir biharek ava kiriye’ Lazime li vir em ji rexneyan re vekirî bin. Em niha derbarê perçeyê herî biçûk de diaxivin. Ji ber em wiha tevgeriyan me tehemûl nîşanê rexneyan nekir Kurdistan bû çar perçe. Bi saya Barzanî em hatin cem hev. Gelek tiştên li wir hatin ziman, tam nehatin fêmkirin. Li hevhatin tam bicih nehat anîn. Li Kobanî û Qamişlo pirsgirêk hatin jiyandin. Divê em guh bidin gel û nêrînên gel bigirin. Ger em bixwazin hêza me heye ku li Kurdistanê em gelek tiştên mezin bikin.
Çav li rêye konferans bi weşandina deklerasyonekî hevbeş bi dawî bibe.
ANF NEWS AGENCY