1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Ji bo ronîkirina civakê tu jî bibe findek’
‘Ji bo ronîkirina civakê tu jî bibe findek’,ji,bo,ronîkirina,civakê,tu,jî,bibe,findek

‘Ji bo ronîkirina civakê tu jî bibe findek’

A+ A-

TIRBESPIYÊ – Li ser biryara kongira perwerdehiya civaka demokratîk a Rojava, Şaxê TZP’ê ya bajarê Tirbespiyê hemleyeke perwerdekirina zimanê kurdî ji endamên komînan re dest pê kir.

Piştî kongira perwerdehiya civaka demokratîk a Rojava di 15 heta 18’ê hizêranê de li bajarê Qamişlo hate lidarxistin û têde gelek biryar hatin girtin, Şaxê Tevgera Ziman û Perwerdeyê (TZP) a bajarê Tirbespiyê di bin durişmeya “Ji bo ronîkirina civakê tu jî bibe findek” de hemleyeke perwerdekirina zimanê kurdî ji endamên komînan re dest pê kir. Hemle li ser biryara kongirê ku tê xwestin ku hemû endamên komîn û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk fêrî zimanê kurdî bibin, hate destpêkirin. Di hemleyê de navên endamên 73 komînên herêma Tirbespiyê hatin qeydkirin û li gorî temen hatin dabeşkirin.

Ev girûpên hatine çêkirin, dê di dibistaneke herî nêzîk de bêne perwerdekirin. Derbarê mijarê de Rêvebera TZP’ê ya Tirbespiyê Merwa Ehmed diyar kir ku hemleya wan li ser biryara kongira perwerdehiya civaka demokratîk a Rojava hatiye destpêkirin û wiha got: “Ji bo ku asta zanebûna nivîsandin û xwendina zimanê kurdî bête nasîn, em ê ji hemû endamên komînan re bi hevkariya Mala Gel civînan li dar bixin.”

Merwa di axaftina xwe de got ku ev hemle di şoreşa Rojava de xwedî girîngiyeke mezin e û wiha domand: “Bi saya şoreşê me di demeke kurt de gavên mezin avêtin. ji bo fêrbûna zimanê kurdî di bin çavdêriya TZP’ê de ev derfeteke mezin ji bo hemû endamên komîn û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e.”

Merwa destnîşan kir ku ji bo perwerdekirina van girûpan wan mamosteyên zimên peyda kirine û ev wiha da diyarkirin: “Heta ku navên hemû endamên komînan tên qeydkirin û dabeşî girûpan tên kirin, perwerdeyên zimên dê bêne destpêkirin.”

Rêvebera TZP’ê ya Tirbespiyê Merwa Ehmed axaftina xwe wiha bo dawî kir: “Heta ku em zimanê xwe biparêzin, divê her kesek ji bo pêşxistina ziman di civakê de bibe findek.”

(jh)

ANHA