1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo vegera Êzidî û Suryaniyan xebatên fîzîbîlîte hatin destpêkirin
Ji bo vegera Êzidî û Suryaniyan xebatên fîzîbîlîte hatin destpêkirin,ji,bo,vegera,êzidî,û,suryaniyan,xebatên,fîzîbîlîte,hatin,destpêkirin

Ji bo vegera Êzidî û Suryaniyan xebatên fîzîbîlîte hatin destpêkirin

A+ A-

FERHAT ARSLAN - ÊLIH 06.04.2014 07:00:00 Ji bo Êzidî û Suryaniyên di salên 1990'î de ji ber şer gundên xwe terikandin û koçî welatiyên cuda yên Ewropayê kirin li Kudistanê vegerin, xebatên fîzîbîlîte hatin hatin destpêkirin. Parlamenterê berê yê Partiya Çep a Ewropayê Alî Atalan ku wezîfeya Berdevkiya Aştiyê ya Partiya xwe dimeşîne da xuyakirin ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê û xweseriya demokratîk de ji bo gelên kevnare yên Mezopotamyayê karibin vegerin, ew hewl didin derfetan biafirînin.

Ji bo gelên civakên kevnare yên Mezopotamyayê Êzidî û Suryanî li xaka xwe vegerin, xebatên fîzîbîlîte tên meşandin. Di çarçoveya projeya Xweseriya Demokratîk de, ji bo Êzidî û Suryaniyên ji ber şer di saleên 1990'î de koçî Ewropayê kirin bi avakirina wargehên nûjen û komunal vegerin, xebat hatin destpêkirin.

WÊ QADÊN JIYANA CIVAKÎ BÊN AVAKIRIN

Parlamenterê berê yê Partiya Çep a Ewropayê Alî Atalan diyar kir ku ji bo Êzidiyên li Mêrdîn û Êlihê ji nû ve li gundên xwe vegerin ew ketine nava hewldanan û anî ziman ku ew çûne serdana tevahiya gundên Êzidiyan û li qadê xebat meşandine. Atalan got, "Bi taybetî di navbera Êlih, Mêrdîn û Mîdyadê de gundên Êzidî û Suryaniyan li kêleka hev in û hatine valakirin. Em li van gundan xebatên fîzîbîlîte dimeşînin. Ji bo vegera Êzidî û Suryuaniyan, ji îmarê heta qadên sosyal, civakî û çandî neçare bingeh were çêkirin. Ji bo di vê demê de Êzidî û Suryanî bi awayekî yekgirtî li welatê xwe vegerin, em di nava hewldanan de ne. Ji nû ve avakirina gundan ne tenê hatina heyeta extiyaran e, pêwîste burokrasî û rêveberiyên herêmî piştgiriyê bidin vê. Ji ber bi qanûna bajarê mezin re mijara xizmetdayîna hemû gundan weke wezîfeya Şaredariya Bajarê Mezin hatiye destnîşankirin."

DIVÊ BAWERIYA ÊZIDIYAN BÊ EWLEKIRIN

Atalan ragihand ku astengiya herî mezin a li pêşiya vegera civaka Êzidiyan ew e ku serdest baweriya wan tine dibînin û destnîşan kir ku divê baweriya Êzidiyan di nava kategoriya olên semawî de bi qanûnan bê ewlekirin. Atalan got, "Êzidiyatî bi hezaran salan li ser vê xakê tê jiyîn. Tevî hemû komkujî û neqebûlkirinê jî li ber xwe daye û hebûna xwe parastiye. Neçarî ye ku dewlet vî olî bi awayekî fermî qebûl bike. Pêwîste baweriya Elewîtî û Êzidiyatiyê weke olekî semawî di destûra bingehîn de bên ewlekirin. Êzidayetî terîqeteke ji rêzê nîne. Bi destpêkirina olên bi yek xwedayî re roleke çalak lîstiye. Her wiha neçarî ye ku dewlet zerara gundên Êzidiyan ên hatine valakirin, tazmîn bike. Dewletê ev civak ji neçarî ji xaka wan qut kiriye û neçare zerara wan bide."

EMÊ ORJÎNALÎTEYA CIVAKA KEVIN DERXÎNIN HOLÊ

Atalan da zanîn ku projeya vegera li gundan ne jiyaneke di nava şert û mercên kêm û klasîk de ye, berevajî derxistina nirxên komunal û nûjern armanca vê projeyê ye. Atalan destnîşan kir ku orjînalîteya civaka berê wê ji nû ve şîn bibe û got, "Veger şansê herî mezin e ji bo Êzidiyên li Ewropayê, ku asîmîle nebin. Eger Êzidî karibin xwe bigihînin xak û welatê xwe, hingî wê pêşî li asîmîlebûna li Ewropayê bê girtin. Pêwîste were destnîşankirin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û rêveberiyên herêmî destekê bidin projeya vegerê. Ji xwe em dixwazin qadên perwerdeyê yên xwedî bingeh û jiyaneke komunal bixin meriyetê. Rê, elektrîk, av, dibistan û hemû qadên sosyal ên nûjen wê werin afirandin. Emê pêşî li welatiyên xwe yên li Ewropayê vekin ku li van deveran razemeniyên xwe bikin. Her wiha dê qada çandiniyê jî ji aliyê ekîbên pispor were bikaranîn. Di vir de çand wê bandorê li hev bikin. Orîjînalîteya civakeke kevin a bi pir çandî, pir bawerî wê li vir ji nû ve derkeve holê. Pêwîste Êzidî û Suryanî vînekê deynin holê. Armanca me ne tenê vegera li gund û axabûn e. Em dixwazin li vê derê jiyaneke nûjen û rêxistinbûyî ya nirxên xwe yên cewherî diparêze, ava bikin."

NETIRSIN VEGERIN

Atalan da xuyakirin ku ti astengî li pêşiya bicihhatina felsefeya Xweseriya Demokratîk a Tevgera Azadiyê ya Kurd nemaye û ji bo welatiyên Êzidî û Suryanî yên li dîaspora banga "netirsin" kir û got, "Herî dawî dixwazim bêjim ku vegera ji dîasporayê wê feydeyeke mezin li rêveberiyên me yên herêmî yên li herêmên Êzidî lê dijîn, bike. Banga min ji Suryanî û Êzidiyan ev e; ne tirsin, êdî dema berê li dû me ma, kes nikare zerarê bide we. Ji ber vê yekê emê vegerê teqez pêk bînin. Ji ber ku felsefeya Xweseriya Demokratîk li vê erdnîgariyê êdî bicih tê."