Ji bo Wanê konsera alîkarîyê
Şaxa Egîtîm-Sen'ê ya Îzmirê, ji bo mexdûrên erdheja Wanê konsera alîkarîyê pek anî
2'emîn Şaxa Egîtîm-Sen'ê ya Îzmirê, şevê din, li salona Şanoya Vekirî ya taxa Fuarê ji bo welatiyên Wanê yên di erdhejê de mexdûr bûne konserek pêk anî. Di konserê de Ferhat Tunc derked ser dikê bi hezaren kes bi stranên xwe coşand. Tunç, piştî derket ser dikê bi kurdî û tirkî beşdarên konserê slav kir. Pişt re li ser navê 2'emîn Şaxa Egîtîm-Sen'êya Îzmirê Serokê Şaxê Mustafa Beyazbal axaftinek kir. Beyazbal, der barê îdîayên ku konser hatine betalkirin de agahî da û wiha got: "Şaredarîya Mezin a İzmirê xwest konserê betal bike. Lê belê pişt hewldana sendikayiyan daxwaza şaredariyê pûç derket." Beyazbal, şarederîye CHP'î rexne kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bila tu kes nekeve navbera biratiya gelan." Pişt re Ferhat Tunc derket ser dikê û bi kurdî û tirkî stran got. Konser heta derengiya şevê berdewam kir.
(fç/mae)