1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo Xalê Elî sersaxî
Ji bo Xalê Elî sersaxî,ji,bo,xalê,elî,sersaxî

Ji bo Xalê Elî sersaxî

A+ A-

OSLO 30.01.2014 07:22:53 Ji bo Alî Algunerhan ê di 77 saliya xwe de roja Duşemê jiyana xwe ji dest da û di nava Kurdên li Norwêcê de weke Xalê Elî dihat naskirin, li Komeleya Çanda Kurdistanê ya li Osloyê serdanên sersaxiyê hatin qebûlkirin.

Ji bo Algunerhan, malbat û Kurdên li Osloyê dijîn duh li Komeleya Çanda Kurdistanê ku wî bi salan ked daye wê, sersaxî danî.

Hejmareke zêde Kurdistanî duh çûn sersaxiyê û ji malbatê re sersaxî xwestin.

Xalê Elî di salên 1970'î de weke karkerekî hatibû Norwêcê û di gelekn qadan de destek da têkoşîna azadiyê ya Kurd. Bi taybetî bi salên 90'î re di bin sîwanê Komeleya Çanda Kurdistanê de berpirsyariyên cuda girt ser milê xwe.

Du neviyên Xalê Elî yên bi navê Sevcan (Rûken) Algunerhan û Mehmet (Dilxwez) Algunerhan li refên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan. Xalê Elî yê ji ber nexweşiya kanserê çavên xwe li jiyanê girt, di doşeka mirinê de jî şîret li zarokên xwe kir ku alîkariyê bi kampanya ji bo Rojava bikin. Xalê Elî li gorî wasiyeta wî, li gundê Sîmsor ê Çewlikê yê lê ji dayik bû, hat veşartin.


Bêjeyên Miftehî