Ji bo Yasemîn Karadag çalakiya rûniştinê
Malbatên TAYAD'iyên ku li ber nexweşxana Samatyaya Yasemîn Karadag lê tê tedawîkirin çalakiya rûniştinê lidar xist. Di çalakiyê de hat xwestin ku Karadag serbest bê berdan.
Malbatên TAYAD'iyên ku li ber nexweşxana Samatyaya Yasemîn Karadag lê tê tedawîkirin çalakiya rûniştinê lidar xist. Di çalakiyê de hat xwestin ku Karadag serbest bê berdan.
Endamên Komeleya Alîkariya bi girtî û hikûmxwaran re (TAYAD) 3 roj beriya niha li ber nexweşxana Samatyaya nexweşa girtî Yasemîn Karadag lê tê tedawîkirin çalakiya rûniştinê lidar xistin. Di çalakiyê de pankarta li ser; "Bila Karadag serbest bê berdan hat vekirin û daxuyanî hat dayîn. Li ser navê TAYAD'iyan Yasemîn Karadag Olcay Karadag axivî û bibîr xist ku Yasemîn 8 meh in girtî ye. Karadag got; "Di dema ku li girtîgehê de bû nexweşiya wê zêde bû. Wisa bû ku gardiyan çûn nexweşxanê û ji bijîşkan pirsa; dê kengî bimire pirsîn. Gurçikeke wê nîn e. Gurçika heyî jî ji sedî 18 dixebite. Xwîn çûye ser mejiyê wê, nexweşa tansiyonê ye, hestiyên wê dihelin û bê xwîn e. Gelo nexweşeke vi bî rengî çawa tê girtin. Karadag xwest ku Yasemîn Karadag serbest bê berdan û bê tedawîkirin.
TAYAD'iyan diyar kirin ku ew ê çalakiya xwe ya 24'ê Adarê roja şemiyê destpê kiribûn heta Yasemîn serbest bê berdan dê bidomînin.
(ak)