Ji bo zarokan qursa kurdî vekirin
STENBOL (DÎHA) - Navenda Çand û Hunerê ya MED'ê ya li Stenbolê xebatên xwe yên çand û hunerê dimeşîne demek berê qursên tembur, gîtar, şano û govendê dabûn destpêkirin û qurs rastî eleqeyeke gelek mezin tên. Navenda Çand û Hunerê ya MED'ê piştî wan qursan ji bo zarokan qursa kurdî ya ziman a ku ji 3 mehan pêktê vekirin.
Navenda Çand û Hunerê ya MED'ê ya xebatên xwe li Stenbol dimeşîne qursên tembur, gîtar, şano, govend û qursên zarokan vekirin û xebatên wan berdewam dikin. Qursên rastî eleqeyeke mezin tên dê rojên pêş qursên keman û wêneyê bên zêdekirin. Ligel xebatên qursê komên mizûkê yên ji xwendekaran pêk tên perwerdehiya taybet didin zarokan. Koma Tembura Mezopotamyayê ya di bin banê navenda çandê de hatî avakirin ji xwendekaran pêk tê. Koma salek berê hate avakirin li bende endamên nû ne.
Ligel xebatên çand û hunerê xebatên ziman û wêjeya kurdî jî didomin. Li navenda Çand û Hunerê ya MED'ê di mehên havînê de ji bo zarokan qursa ziman vekirin.
Xebatkarê Navenda Çand û Huner MED'ê Fesîh Tekîn, bang li hemû kesên dixwazin hînî çanda xwe bibin kir ku tevlî xebatên wan bibin û diyar kir ku ligel qursan perwerdehiya zimanê zikmakî jî dîdin û wiha got: "Berê herî tiştî em li ser xala kes xwe veguherîne dirawestin. Dema ev hate kirin dê xwendekar xwe biguherîne. Xwendekareke me di nava du mehan de hem hînî tembûrê û hem jî hînî gotinê bû."
Li navenda çandê projeyeke helbestan jî tê meşandin. Projoya ji aliyê saziyê ve tê meşandin helbestên ji girtîgehan hatin berhev dikin û dê bikin pirtûk. 300 helbestên ji tirkî, kurdî û farisî pêk tên dê bînin cem hev û pêşkêşî xwendevanan bikin.
(bd)