1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo zarokên Kobanê perwerdehî tê dayîn
Ji bo zarokên Kobanê perwerdehî tê dayîn,ji,bo,zarokên,kobanê,perwerdehî,tê,dayîn

Ji bo zarokên Kobanê perwerdehî tê dayîn

A+ A-

AMED (DÎHA) - Şaredariya Peyasê ji bo zarokên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê warê xwe terikandine li Kopleksa Werzîşê perwedehî da destpêkirin. Zarokê bi navê Welat Elî diyar kir ku dema Kobanê azad bû ew ê li Kobanê perwerdehiya bidomînin.

Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemerî Kobanê bi hezaran welatî koçber bûn û li bakurê Kurdistanê bi cih bûn. Şaredariya Peyasê ji bo welatiyên ji ber êrîşan koçber bûne li Kompleksa Werzişê ya Amedê perwerde dan destpêkirin. Di kompleksê de dersên muzîk, wêne, peyker, ziman û şano tên dayîn. Di kompleksê de du ref hatin vekirin û di van refan de dersên zimanê kurdî tên dayîn û ligel dersên ziman jî xebatên çand û hunerê tên meşandin. Her wiha ji bo jinan jî dersên xwendin û nivîsandinê tên dayîn.

Di kompleksê de zarok di aliyê çandî de jî tên perwerdekirin. Di koma şanoyê de 14 zarok di şanoyê de û 14 zarok jî di koma folklorê de cih digirin. Zarokên ku perwerdeya xwe diqedînin ji aliyê şaredariyê ve sertîfîka ji wan re tê dayîn.

Yek ji mamosteyên perwerdehiyê Mesut Zengîn diyar kir ku wan bi zarokên Kobanê re şanoyek lîstin û wiha got: "Zarokên Kobanê bi koma şanoyê derketên ser dikê. Pir xweş lîstin. Salonê hemû eciband. Li vir ne tenê perwerdeya şanoyê tê dayîn, perwerdeya muzîk, wenê, peyker û folklar jî tê dayîn. Perwerdeyên me ne tenê ji bo zarok ji bo jinan jî perwerde da destpêkirin. Her wiha perwerdehiya zimanê kurdî jî tê dayîn. Ev 90 roj in em li malbatên Kobanê temaşe dikin. Dema ku gelê Kobanê hat Amedê gelê Amedê li wan xwedî derket. Ne tenê di aliyê madî de di aliyê manewî de jî alîkarî hat kirin. Ji bo gelê Kobanê û Şengalê kampanya hatin destpêkirin. Em bang li welatiyan dikin ku heta çete ji Kobanê bên derxistin alîkariyên xwe bidomînin."

Zarokê bi navê Welat Elî ku di beşa şanoyê de cih digire diyar kir ku ew zarokê Kobanê ye û wiha axivî: "Ez berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê silav dikim. Em bi destên qirêj ji Kobanê hatin koçber kirin. Em dibêjin destê hevalên ku ji bo berxwedanê tekoşînê sax be. Ez niha di koma şanoyê de cihê xwe digirim. Em zarokên Kobanê hemû li vir kom kirin. Mamosteyên me ne tenê perwerdeya şano didin me perwerdeya zimanê kurdî jî didin me."

Elî da zanîn ku mamosteyên wan carna bi wan re lîstikan dilîzin û wiha got: "Bi vî awayî zarokan roja xwe xweş didomînin. Çawa Kobanê azad bû em ê vegerin. Em ê xebatên xwe li Kobanê jî bidomînin. Ne tenê di aliyê şanoyê de di aliyê zimanî de jî em ê bi ser bikevin. Dilê zarokan li Kobanê yê. Dema navê Kobanê derbas dibe hemû xemgîn dibin. Dibêjin em dixwazin vergerin Kobanê. Dema şervanê YPG/YPJ'ê bi ser bikevin em ê hemû vegerin welatên xwe. Di navbera Kobanê, Amedê, Başûr, Bakur û Rojhilat de tu cudahî tune ye. Kurdistan yek e em hemû xwişk û birayên hev in."

(rd/wk)