Ji bo zarokên Rojava 10 Euro divên
Hevgirtina Rewshenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ji bo alîkariya zarokên rojavayê Kurdistanê kampanyaya berhevkirina pereyan da dest pêkirin. HRRK ji kesên li Ewropayê dijîn dixwaze bi 10 Euroyên xwe alîkariya zarokan bikin.
HRRK ku ji serê salê de êdî bi awayekî aktîf kar dike û hin xebatan jî li dar dixe vê carê kampanyaya berhevkirina pereyan ji bo zarokên rojavayê Kurdistanê da dest pê kirin. Komîta Kargêr ya Hevgirtinê vê kampanyayê dide meşandin û ji bo vê hin endamên HRRK'ê ji bo vê komîteyê hatin hilbijartin. Ji ber ku ev kampanya li hemû welatên Ewropayê daye destpêkirin li her welatekî Ewropayê endamekî hevgirtinê, wekî berpirsiyarê kampanyayê li wî welatî hatiye wezîfedarkirin. Ji bo kampanyayê defterên ji rûpelên 10 Euro hatine çêkirin û her rûpelek hejmara wê heye. Kesê bixwaze dikare bi kêmanî 10 Euroyan bide kesê ku defter pêre heye, yan jî bişîne ser hejmara hesabê hevgirtinê yê fermî. Ji ber ku hevgirtin wekî rêxistineke rewshenbîrên rojavayê Kurdistanê ya fermî li Swêdê qeydkirî ye, hejmara hesab jî li wir.
Kesên bixwazin divê bi kêmanî 10 Euro bidin, lê yên bixwazin dikarin zêdetir jî bidin.
Li gor agahiyên ku me ji sazkarên kampanyayê girtin komîta kargêr ya hevgirtinê bi xwe wê pereyên ku berhev kirine bibe Rojava û li wêderê li projeyên ji bo alîkariya zarokan xerc bike.
Ji bo kesên bixwazin alîkariyê bidin:
Hesabê Hevgirtinê li Swêdê
Västra Kurdistans Intellektuellas Union
Cleaningnr: 8103-4
Kontonummer: 924953072-7
Swedbank
Hesabê Hevgirtinê li derveyî Swêdê:
Nameyê Saziyê: Västra Kurdistans Intellektuellas Un
Navê bankê: Swedbank
IBAN: SE5280000810349249530727
BIC (SWIFT): SWEDSESS
diyarname.com