Ji bo zimanê kurdî mala xwe diyarî zarokan kir
DENİZ TUFAN Welatî jî kurdên Sûriyeyê yên ku di çarçoveya xweseriya demokratîk xebatên avakirina sîstema xwe pêk tînin ji bilî piştgiriya manevî ya aborî jî didin. Welatiya bi navê Sultan Welo mala xwe ji bo zarokên kurd yên ev dehan sal in zimanê wan qedexeyê perwerdeya zimanê dayîkê bibînin diyarê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) kir. Welo,bilêv kir ku ji bo zarok di mala we de perwerdê dibînin ew pir keyfxweşê.
Piştgiriya welatiya ya manevî û aborî a ji bo kurdên Sûriyeyê yên ku di çarçoveya xweseriya demokratîk xebatên avakirina sîstema xwe pêk tînin didome. Kurdên Sûriyeyê yên ku ev dehan sal in xiyal dikin xwe bi xwe rêveber dikin û ji bo vê tekoşîn didome, hinek welatî jî xwe ji bo avakirina sîstema nû bihtir xwe berpirsiyar dibînin û fedakariyên mezin dikin. Yek ji van welatiya bi navê Sultan Welo ya li taxa Xerabeya Serêkaniyê dijî 40 salî ye. Rojên ku kurdan di 19 tîrmehê sala 2012 de li Kobaniyê dest danîn ser rêveberiyê û ji bo saziyên xwe yên siyasî, çandî, perwerdê û civakî ava dikan Welo jî ji bo perwerdeya zimanê dayîkê mala xwe diyarê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) kir.
Welo ya ku piştî zewicî hevserê we vefat kir û zarokê we tuneye, diyar kir ku ji ber ku zarok di mala we de perwerdeya zimanê dayîkê dibînin ew pir keyfxweşê. Piştgiriya Welo ya ku 25 sal berê hevserê xwe winda kir a ji bo zimanê kurdî mînakê. Çinku piştî Welo ya ku têna serê xwe dijî mala xwe da SZK'ê carna mala bavê û dayîka xwe carna jî mala hevalên xwe dimînê.
Di mala Sultan Welo navê Dibistana Fêrbûna Zimanê Kurdî ya Şehîd Emer girt û ev du meh û nîvê 3 kom perwerdeya zimanê kurdî dibînin. Koma ji bo mamostetiyê perwerdê didît perwerdeya xwe xilas kir, 2 komên zarok yên perwerdê didît jî perwerdeya xwe didomînin. Mamosteyên perwerdeya xwe qedan din li dibistanên 3 taxên Serêkaniyê de perwerde didin zarokên kurd. Mala Welo wek dibistana yekemîn a zimanê kurdî li taxê xebatên xwe bidomînê.
'Ji ber ku mala min de perwerdeya ziman tê dîtin ez keyfxweşim'
Welo, da zanîn ku di meha tîrmehê de we sehkiriyê SZK'ê li Serêkaniyê ji bo perwerdeya zimanê dayîkê cih digerê û mala xwe diyarê SZK'ê kiriye. Welo, diyar kir ku mala we de 3 kom perwerdê dibînê û we demê ew jî wek mevan mala xwe ziyaret dika. Welo, bilêv kir ku we mala xwe ji bo zimanê kurdî diyarê zarokên kurd kiriyê û got ji ber ku mala min de perwerdeya ziman tê dîtin ew keyfxweş.Welo, destnîşan kir ku zarokên kurd ev dehan sal in li dibistanên rejîmê de perwerdeya erêbî dibînin û got ew keyfxweşê ku zarokên kurd êdî gihiştinê dibistanên xwe.
(dt/mae)