"Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd azadiya Rêber Apo ferz e"
Hevserok Konseya Rêveber a KCK'ê Bayik got, "Hilbiartinên 7'ê Hezîranê nîşan dan ka hêza bîrdozî, siyasî û pêşdîtina Rêber Apo çiqasî misoger e" û diyar kir eger tê xwestin pirsgirêka Kurd were çareserkirin divê Rêberê Gelê Kurd Ocalan azad bibe
NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Hevserok Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di gotara xwe ya vê hefteyê ya li rojnameya Azadiya Welat de destnîşan kir ku encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê, nêzîkatiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bîrdozî û polîtîkayê rast e.
Bayik ragihand ku gelê Kurd bi encamên hilbijartinê re diyar kiriye ji her alî ve destekê dide sermuzakerevanê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev nirxandin kir.
"Hilbiartinên 7’ê Hezîranê nîşan dan ka hêza bîrdozî, siyasî û pêşdîtina Rêber Apo çiqasî misoger e. Projeya HDK û HDP’ê ya ku Rêber Apo li ser neteweya demokratîk ferz kir hem hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê anîn gel hev, hem jî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê kurd bi hêz kir. Tez û îdiayên hin derdorên kurd ên digotin wê destketiyên Kurdan lawaz bibin; eger em hêzên çep û demokratîk ên Tirkiyeyê û kurdan bînin gel hev em ê di bin siya wan de bimînin û bibin yedekên wan jî bi encamên vê hilbijartinê re vala hatin derxistin.
SERHED BÛ BOTANA DUYEMÎN
Zelal bû ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd xeta bîrdozî û siyasî ya herî rast ev e. Careke din derket holê ku bi hestên berpirsiyariya mezin û hewldanên xwe Rêber Apo di zindanê de be jî dikare rola xwe bilîze. Di vê hilbijartinê de HDP’ê li Kurdistanê rêjeya herî bilind a dengan derxist. Bi taybetî jî bajarên ku mîna herêma Serhedê tên binavkirin pêngaveke demokratîk pêk anîne. Serhed bûye Botana duyemîn. Hebûna civakî ya pak û durist a Serhedê, komên cuda yên etnîkî û baweriyê ji zexta li ser gelê kurd û zilma tê meşandin re tehemul nekirin û li dijî hikûmeta AKP’ê helwesteke vekirî nîşan dan. Di vê hilbijartinê de piştrast bû ku Serhed wê bibe Botana duyemîn.
EGER TÊ XWESTIN PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIBE, AZADIYA RÊBER APO FERZ E
Divê êdî her kes bi vî rengî li Serhedê binêre. Saziyên me yên ku heta niha ev qad îhmal dikirin divê baldariya xwe ya ji bo Serhedê zêdetir bikin. Derketina di asta herî bilind a dengên Kurdistanê ji bo HDP’ê encameke nêzîkatiya Rêber Apo ya bîrdozî û polîtîkaya rast e. Gelê kurd bi vê serketina hilbijartinê careke din girêdana xwe ya bi Rêber Apo re nîşan da û diyar kir kir ku mîna sermuzakerevan bi her awayî destekê xwe didin Rêberê xwe. Nîşanî dost û dijminan dan ku di çareseriya pirsgirêka kurd de kî muxatab e, kî nûnerê siyasî ye. Rêber Apo, Tevgera Azadiya kurd û HDP mîna aktorên bingehîn ên çareseriya pirsgirêka kurd û muxatab, ji tevahiya cîhanê re hatin nîşandan. Eger di demokratîkbûna Tirkiyeyê de, bi helwest û projeya xwe ya çareseriya pirsgirêka kurd Rêber Apo aktorê bingehîn be wê demê divê dawî li şert û mercên esaretê yên heyî bê anîn. Di vê çarçoveyê de ji bo pêkanîna azadiya Rêber Apo gelê me helwesta xwe nîşan da. Gelê me azadiya Rêber Apo daxwaz dike. Eger tê xwestin pirsgirêka kurd çareser bibe, azadiya Rêber Apo ferz e. Êdî di şert û mercên zindanê de ne mimkun e ku di demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka kurd de karibe rola xwe bilîze. Her wiha sedema bingehîn a heta niha gavneavêtina di çareseriya pirsgirêka kurd de ew bû ku Rêber Apo ne di şertên azad de ev xebat meşandiye.
Rêber Apo divê êdî hem bi rêxistina xwe re, hem bi nûnerên tevahiya partiyên siyasî re, her wiha bi derdorên cuda yên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, bi partiyên siyasî yên Kurdistanê û saziyan re yekser û domdarî hevdîtinan pêk bîne. Eger ev yek pêk neyê ne mimkun e karibe rola xwe ya sermuzakerevaniya çareseriya pirsgirêka kurd bilîze. Îro li Tirkiyeyê di demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd de aktorê bingehîn Rêber Apo ye. Eger demokratîkbûn pêk were û pirsgirêka kurd çareser bibe, divê Rêbertî were azadkirin. Eger nêzîkbûneke demokratîk were nîşandan di serî de divê ji vîna gelê kurd a di hilbijartinan de hat nîşandan re rêzdarî hebe û pêwîstiyên wê bi cih werin anîn.
Nexwe tu wateya lidarxistina hilbijartinan namîne. Li cihên din ên cîhanê peyamên ku di encama hilbijartinan de derdikevin holê li ber çavan tên girtin. Encamên hilbijartinê yên li Kurdistanê tên wateya serketina HDP’ê ya di wateya paqijkirina AKP’ê ji Kurdistanê. Êdî wê bi polîtîkayên ku rast nêzî Rêber Apo nebin, azadiya Rêber Apo nefikirin nikaribin demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd pêk bînin. Heta Rêberê Gelê Kurd neyê azadkirin ne muzakere pêk tên ne jî dikare qala pêvajoya çareseriyê bê kirin. Heta Rêber Apo azad nebe nikare qala dawîanîna êrîşên li dijî gelê kurd û Tevgera Azadiyê bê kirin. Rêngê pêşveçûnan ji niha û pê ve wê girêdayî azadbûn an azadnekirina Rêber Apo be."