"Ji bo çareseriyê dema gavavêtinê ye "
"Yan wê bi temamî û duristî bêçalakîtî hebe û Rêber Apo di şert û mercên azad de muzakerayan bike yan jî wê ti kesek behsa pêvajoya çareseriyê neke."
NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Li Kurdistanê têkçûna AKP’ê di esasê xwe de bi nêzîkatiya pirsgirêka kurd re eleqedar e. Gelê kurd polîtîkaya AKP’ê ya hêvî afirandin, mijûlkirin û neçareserkirina pirsgirêkê ceza kiriye. Ne çareseriya pirsgirêka kurd, polîtîkaya şerê taybet a demqezenckirin û hewldanên tasfiyekirina Tevgera Azadiyê hatiye cezakirin.
Li şûna çareseriya pirsgirêka kurd, polîtîkayên li gorî şert û mercên nû temamkirina komkujiya çandî hatiye cezakirin. Nêzîkatiya AKP’ê ya ku behsa pêvajoya çareseriyê dike lê hişmendiya ku neçareseriyê wekî polîtîkayê dipejirîne hatiye cezakirin. Di encama axaftina Tayyîp Erdogan a meha Adarê de ku gotibû; “pirsgirêka kurd tine ye, muxatab tine ye, mase tine ye, heyeta çavdêriyê tine ye” de derketibû holê ku AKP xwedî polîtîkaya çareseriya kurd nîne. Aşkera bûye ku AKP ji bo hikûmetê li ser piyan bigire, ev çend sal in behsa pêvajoya çareseriyê dike.
Bêguman haya Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd ji vê polîtîkaya AKP’ê hebû. Ji aliyekî ve hat xwestin ku civaka Tirkiyeyê û dewlet ji bo çareseriyê bên amadekirin, ji aliyê din ve jî ji bo rûpoşa AKP’ê bê xistin, şerê taybet vala were derxistin pêvajoya bêpevçûnê destpê kir û hewl da ku AKP bikeve pêvajoya çareseriyê. Piştî aşkerakirina mutabaqata hevpar a li Dolmabahçeyê hikûmeta AKP’ê ket pêvajoyê, rûpoşa Tayyîp Erdogan ket û bi awayekî vekirî got ku polîtîkaya wan a çareseriyê tine ye. AKP’a ku xwedî vê ferasetê ye eger di encama hilbijartinên 7’ê Hezîranê de bi tena serê xwe hikûmetê ava bikira wê wekî karê yekem li hemberî Tevgera Azadiyê şerekî berfireh bida destpêkirin.
Eger bi tena serê xwe bûbûya hikûmet wê operasyonên qirkirina siyasî zêde bûna, bi hezaran welatparêzên demokrat û kurd bihatana girtin. Hem wê li hemberî Rêberê Gelê Kurd polîtîkaya tecrîd û rehîne ya tam bida meşandin, hem jî wê operasyonên leşkerî û siyasî zêdetir bûna. Ne tenê li hemberî gelê kurd şer bida destpêkirin, her wiha wê li Sûriye û Rojava jî şer bida destpêkirin. Lê ji ber serketina HDP’ê ya hilbijartinê AKP’ê niha polîtîkaya xwe ya dijminahiya kurdan û êrîşkar rawestandiye. Ji ber ku AKP’ê li şûna çareseriya pirsgirêka kurd, polîtîkaya şerê taybet meşand têk çû, HDP’ê jî ji ber ku di hişmendiya neteweya demokratîk, çareseriya pirsgirêka kurd a maqûl û demokratîk de israr kir serketin bi dest xist. Projeya HDP’ê ya neteweya demokratîk ku çareseriya hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê esas digire bi ser ketiye. Ev rastî jî derdixe holê ku divê Tirkiye di çareseriya pirsgirêka kurd de polîtîkayeke çawa bimeşîne.
Di nava AKP’ê de piştî têkçûna xwe ya trajîk a li Kurdistanê dîsa behsa pêvajoya çareseriyê tê kirin. Gotina Beşîr Atalay a; “Beriya hilbijartinan bidawîkirina pêvajoyê şaşî bû” dîsa ji aliyê Bulent Arinç ve hê jî behskirina pêvajoyê, nîşan dide ku ew jî di wê ferqê de ne, ka sedema têkçûna wan çi ye. Encax ev daxuyanî û gotin teqez wekî salên berê ji bilî demagojî û siyaseta mijûlkirinê nayên ti wateyê. Ev daxuyanî di esasê xwe de ji aliyê AKP’ê ve ji bo bi gelê kurd re bendewariyeke biafirîne, bi mijûlkirin û xapandinê xwe rizgar bike, nayên ti wateyeke din. Encax êdî derketiye holê ku AKP di van 13 salan de polîtîkayên xwe li ser vî esasê meşandiye. Ji lewre êdî dem û dewrana demagojoya pêvajoya çareseriyê bi dawî bûye. Rêber Apo bi deklarasyona Dolmabahçeyê dawî li vê demagojî û lîstikê aniye. Ji niha pê ve yan wê çareserî pêş bikeve yan jî wê ev gotin xwedî ti qîmetê nebin. Êdî dem dema muzakere û çareseriyê ye. Ji bo vê yekê jî divê şert û mercên azad ên Rêber Apo yên sermuzakerevan e bên afirandin ku bikaribe rol û rista xwe pêk bîne.
Di şert û mercên ku parêzerên Rêber Apo nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, çûnhatina Girava Îmraliyê li gorî kêfa dilê hikûmetê ye, Rêber Apo di serî de bi tevgera xwe re û bi pêkhateyên siyasî û civakî re nikare hevdîtinan bike de, ne pêkan e ku mirov behsa pêvajoyê bike. Yan wê bi temamî û duristî bêçalakîtî hebe û Rêber Apo di şert û mercên azad de muzakerayan bike yan jî wê ti kesek behsa pêvajoya çareseriyê neke. Êdî dem û dewrana berê bi dawî bû. Jixwe ev ji aliyê Erdogan ve hat bidawîkirin. Di vê çarçoveyê de êdî ne pêkan e ku rewşa berê were dubarekirin û jixwe ev nayê qebûlkirin jî. Rêber Apo di pêşnûmeya xwe ya muzakereya demokratîk de deh sernav danîbû holê. Ji derveyî muzakerekirina van sernavan ne mimkûn e ku behsa pêvajoyê were kirin. Tayyîp Erdogan û AKP’ê pêşnûmeya muzakereyê red kirin. Ji lewre feraseteke çareseriyê ya AKP’ê tine ye. AKP ji Tevgera Azadiya Kurd û ji gelê kurd dixwaze ku serî ji polîtîkayên wê re bitewînin. Di vê çarçoveyê de heta ku AKP zîhniyeteke nû, neaxive û gavên nû neavêje ji gotinên wî dê kes bawer nake. Tevgera Azadiyê û gelê kurd wê nehêlin ku AKP bi gotina pêvajoya çareseriyê şerekî nû yê taybet bi pêş bixe.
Divê ku AKP bibîne dewrana berê bi dawî bûye. Dubarekirina rewşa berê ji aliyê AKP’ê ve wê bibe wekî qerf û henekan. Em dixwazin ku AKP dev ji mêjî û polîtîkayên xwe yên berê berde, CHP jî dev ji polîtîkayên xwe yên berê yên der barê pirsgirêka kurd de berde û bi nêzîkatiyeke demokratîk a der heqê çareseriya pirsgirêka kurd de helwesta xwe bi zelalî dayne holê.
Çavkanî: Azadiya Welat, Yenî Ozgur Polîtîka