'Ji bo çete nerevin bila her kes bê ser sînor!"
RIHA (DÎHA) - Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Dîlok û Wanê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên derbên mezin dixwin ên revînê bang li hemû kesî kirin ku bên sînor tevlî nobetê bibin.
Berxwendana Kobanê di roja 103'emîn der berdewam dike. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ji hatin sînor û tevlî nobeta li gundê Mehserê bûn û têkildarî îxtîmala revîna çeteyên DAIŞ'ê û têkildarî talan dikin li gundê Mehserê daxuyanî dan çapemeniyê. Li ser navê dayîkên ji Wan û Dîlokê hatin Durê Kaygusuz axivî û diyar kir ku ji ber asta berxwedana Kobanê hatiyê divê nobeta sînor bê mezinkirin û wiha got: "Divê li hemû bajarên Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê mirovê ber bi sînor ve biherikin. Ji ber ku çeteyên dizanin nikarin xwe li Kobanê bigirin hewl didin ber bi sînor ve birevin. Ji bo hemû gel piştgiriyê bide berxwedanê divê ber bi sînor ve bê."
Xebatên çeteyan ên sînor
Çeteyên DAIŞ'ê yên li Kobanê li hemberî operasyonên şervanên YPG û YPJ'ê darbên mezin dixwin ber bi sînore ve tên û tevgera wan a li sînor zêdebûye. Çeteyên amadekariya revînê dikin li gundê Merdesîmbêl wesayîtên Kobaniyan ên di bin kontrola leşkerên tirk de didizin. Çete bi erebên li gundên derdora herêma zeytunan gundan talan dikin û her tiştê ayîdî Kobaniyan weke "talan" difiroşin.
Weke gundê Etmanekê dema pevçûn zêde dibin gelek çete sînorê Tirkiyiyê derbas dikin û tên vî alî.
(bd/wk)