1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo îşkenceyê kirasê 'birînbûna sivik'
Ji bo îşkenceyê kirasê 'birînbûna sivik',ji,bo,îşkenceyê,kirasê,birînbûna,sivik

Ji bo îşkenceyê kirasê 'birînbûna sivik'

A+ A-

Rûken Adali - Stenbol Li Qereqola Yenîdogan a Polîsan a Stenbolê, 4 ciwanan li rastî îşkenceyê hatin û piştre bi hinceta “li hemberî polîsan li ber xwe dane” doz li her çaran hate vekirin. Parêzera ciwanan Sevînç Sarikaya got; “Dîsa dixwazin bûyerek din a îşkenceyê bê ceza bihêlin.”

Ciwanên bi navê Samî Tunca, Ezgî Keser, Ozge Keser û Esra Goner, di 26’ê Hezîrana 2011 de gava li Sancaktepeyê belavokên der barê komkujiya Sêwasê de belav dikirin, hatin binçavkirin. Polîsan li ciwanan xist û gule berdan hewayê. Samî Tunca yê ku li Navenda Hunerê ya Ayişi dixebite, li şûna ku bibin qereqola polîsan, ew birin cihek bêdeng û lêxistin. Dîsa li Qereqola Polîsan a Yenîdoganê bi tenê hat lêpirsîn, li rastî îşkenceyê hat û sandeyle bi pişta wî ve şkandin. Parêzer Sevînç Sakikaya çû qerqolê û li wir kursiyê şkestî û xwîn dît. Gava Sarikaya xwest bizane li wir çi bûye, polîsan jêre got; “Ma te tu dozek din nedît ji xwe re ?” û gef li wê xwarin.

Lêpirsîna piştî bûyerê hat destpêkirin, piştî 14 mehan hat qedandin. Li 8’emîn Dadgeha Ceza ya Esliye a Kartala Stenbolê doz hate vekirin.

ÎDÎANAME MATMAYÎ NEHIŞT!

Di îdîanameyê mexdûrên îşkenceyê û polîsên îşkencekar bi hev re tên darizandin. Her wiha, ne ji sucên îşkenceyê, lê ji sucê “birîndarbûnek sivik” doz li polîsan hat vekirin.

Polîsên bi navê Omer Topuk û Recep Okan ên ku 4 ciwana binçav kir ji sucê “birdarkirinek sivik” û polîsên îşkence kirin Bekir Şenses, Kadir Taşdelen û Maksut Irmak, ji sucên "birîndarkirinek sivik" "heqaretê" tên tawanbarkirin.

Her wiha, ji bo ciwanên li rastî îşkenceyê hatin jî bi hinceta “li hemberî polîsan li ber xwe dane” ceza ji wan re tê xwestin.

DÎSA DIXWAZIN ÎŞKENCEYÊ BÊ CEZA BIHÊLIN

Parêzer Sevînç Sarikaya îdîanameyê nirxand û got; “Dîsa dixwazin bûyerek din a îşkenceyê bê ceza bihêlin. Parêzer Sarikaya bal kişand ku îşkence ji bo tirsandinê pêk anîne û xwestine wana ji azadiya wan bikin û wiha domand; “Kursî bi pişta miwekîlê min ve şkandine û vê yekê bi zanebûn kirine.”

Sarikaya got; “Ji bo suçê îşkenceyê pêk bê, pêwîstî bi karanîna çend rêbazên taybet nake” û wiha domand; “Tundiya ku polîs li kolanan bi kar tîne jî îşkence ye. Hemû tundiya ku polîs di binçavan de pêk tîne jî îşkence ye. Yên ku vê yekê wiha qebûl nakin û huqûqa ku tenê ji bo birîndarbûneke sivik doz li polîsan vedike, polîsan diparêze û ev îşkenceyên wiha jî dê berdewam bikin.”

ANF NEWS AGENCY