Ji bo Şerafettîn Elçî li Meclîsê merasîm hate lidarxistin
Ji bo Şerafettîn Elçî li Meclîsê merasîm hate lidarxistin
Ji bo Serokê Giştî yê KADEP'ê û Parlementerê Amedê yê serbixwe Şerefettîn Elçî yê ku li Enqere jiyana xwe ji dest da li Meclîsê merasîm hate lidarxistin.
Ji bo Serokê Giştî yê KADEP'ê û Parlementerê Amedê yê serbixwe Şerefettîn Elçî yê ku li Enqere dermankirina pençeşêr dît şevê din li Nexweşxaneya Medîcana jiyana xwe ji dest da li Meclîsê merasîma bîranînê hate lidarxistin. Ligel malbata Elçî, Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, parlementerên BDP'ê Hasîp Kaplan û Sirri Sakik, Parlementera Amedê ya serbixwe Leyla Zana, Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay, Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn, Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek, Wezîrê Karên Hundir Îdrîs Naîm Şahîn, Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag, Wezîrê Çandê Mehdî Eker û gelek wekîl tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de tu wekîlên MHP'ê cîh negirtin.
Ji Gul peyama sersaxiyê
Piştî merasîmê kesên tevlî merasîmê bûn sersaxî li malbatê dan. Serokomar Abdullah Gul jî ji bo Elçî peyama sersaxiyê weşand.
Cenazeyê Elçî dê sibê bi balafirê bibin Mêrdînê. Ji Mêrdînê dê bibin navçeya Cizîrê ya Şirnexê û li wir bê definkirin.
(bd/mae)