1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji bo şervanên Çiyayê Agirî klamek
Ji bo şervanên Çiyayê Agirî klamek,ji,bo,şervanên,çiyayê,agirî,klamek

Ji bo şervanên Çiyayê Agirî klamek

A+ A-

ERCAN OZHAN

AGIRÎ (DÎHA) - Riqoyê Heqiyê Mozê (58), ê çanda dengbêjiyê ji bavê xwe mîras girtiye klameke ku şervanên Çiyayê Agirî vedibêje çêkir. Mozê anî ziman ku armanca wî ev e ku kesên ji bo gelê kurd canê xwe feda kirine neyên jibîrkirin û got: "Biroyê Heseyê Tellî, Xalis Beg, Ferzender, Şêx Resûl, Xalis Begê Sipkî, Îhsan Nûrî Paşa ji bo gelê me tune nebe, welatê me ne di bin mêtingeriyê de be li ber xwe dane, şer kirine. Ji bo ew neyên jibîrkirin ji bo bîranîna wan min ev klam çêkir."

Çanda dengbêjiyê ya wêje û çanda kurd bi sedê salan li ser piyan hiştiye û anîne roja me ya îro ji aliyê nifşê nû ve tê nûkirin û pêşxistin. Dengbêj Riqoyê Heqiyê Mozê (58) ê li Bazida Agirî dijî der barê şervanên kurd ên wek Biroyê Heseyê Tellî, Xalis Beg, Ferzender, Şêx Resûl, Xalis Begê Sipkî, Îhsan Nûrî Paşa yên li Çiyayê Agirî jiyana xwe ji dest dan ku klamek nivîsand rûpelên dîrokê diherikîne ser gotinan.

'Em bi dengbêjiyê hene'

Mozê got ku dengbêjiya wî hîn ji bavê wî tê û ji 9 saliya xwe ve klamên fêr bûye dixwîne. Mozê got, "Qehwexaneya me hebû. Bavê min timî li wir klam digotin. Meraqa bavê min ji bo dengbêjan hebû. Min rojekê ji bavê xwe pirs kir. Ji min re got, 'Dengbêjî kevneşopiyeke kurdan e. Em bi dengbêjiyê hene. Eger dengbêjî biqede em ê jî biqedin' û bi vî awayî şîret li min kirin. Me mehê carekê li qehwexaneyê şeva dengbêjan li dar dixist. Ji wê demê ve dengbêjî ji bo min bû meraq. Ji 9 saliya ve ez klaman dibêjim. Ez govendên folklorîk ên kurdî fêrî nifşên nû dikim. Ji bo em di dîrokê de neyên jibîrkirin ez vê çanda me dinivisînim."

'Ji bo neyên jibîrkirin, tune nebin min nivîsand' Dengbêj Mozê got ku niha jî ji bo serhildana Çiyayê Agirî klaman çêdike, kesê li pey were nîn in û klamên xwe qeyd û arşîv kirine. Dengbêj Mozê anî ziman ku serhildana Çiyayê Agirî ji bav û derdora xwe bihîstiye, her wiha ji bo zêdetir agahiyan jî li gundan geriyaye û têkildarî serhildanê gelek pirtûk xwendine. Dengbêj Mozê bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: "Min soz da xwe ku ez ê klama wan çêbikim. Armanca min ev e ku ew şervanên egîd ên kurd û têkoşîna gelê kurd neyê jibîrkirin. Biroyê Heseyê Tellî, Xalis Beg, Ferzender, Şêx Resûl, Xalis Begê Sipkî, Îhsan Nûrî Paşa ji bo gelê me tune nebe, welatê me ne di bin dagirkeriyê de be şer kirine. Ji ber min ev klam çêkiriye ez şad im."

Mozê ku ji bo kesên di Îsyana Agirî de jiyana xwe ji dest dan helbesta nivîsandiye wiha ye.

"Şerek li me qewimî bajarê Agiriyê deşta qanî qorgê Leşkerê Romê neda me da ti emanê Îhsan Nurî Paşa bu durbunê dinerê Deşta Erdîşê gola Wanê leşkerê Romê tine li meydane Bombe baran dibare ser agitê kurda bi teyara ne

Mille çepê dinêrin Ferzendere çar gurçikê Mille rastê Şex Resule orte da Xakis Begê Sipkî ye Pey wanda el eşîra Celaliyane Îhsan Nurî Paşa go gelî Kurd nu xwuşk brano bi hevra rabin bi hevra bibin Yek peşta herin rabin ser piyane

Bila Kurdistana me nemîne bin desta Biro Heseye Tellî go, Gellî dujmine be bext derkevin meydane Bi mera şer bikin waka merana Bila dunya alem temaşe bike şerê me Ka ke berxe ke berane."

(yş/mae)