1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Cemîyeta Rojnamegerên Azad banga tevlêbûna kongreyê
Ji Cemîyeta Rojnamegerên Azad banga tevlêbûna kongreyê,ji,cemîyeta,rojnamegerên,azad,banga,tevlêbûna,kongreyê

Ji Cemîyeta Rojnamegerên Azad banga tevlêbûna kongreyê

A+ A-

AMED (DÎHA) - Cemîyeta Rojnamegerên Azad, berî ku di 26'e Tîrmehê de 2'emîn kongreya xwe ya asayî pêk bîne, bang li hemû rojnameger, saziyên sivîl û rêxistinên demokratîk kir ku beşdarî kongreyê bibin. Rêveberê Cemîyeta Rojnamegerên Azad Mehmet Alî Ertaş, anî ziman ku amadekariyên wan ên kongreyê bi dawî bûne û bi biryarin ku kongreyek bi hêz pêk bînin.

Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC), dê di 26'ê Tîrmehê saet di 10.00'an de li salona Şanoyê ya Navenda Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 2'emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk bîne. Rêveberên cemiyetê berî kongreyê komîteya amadekar a kongreyê ava kirin û xebat meşandin. Xebatên amadekariyên kongreyê bi dawî bûn. Têkildarî xebatan û amadekariyan rêveberê Cemîyeta Rojnamegerên Azad Mehmet Alî Ertaş, agahî dan. Mehmet Alî Ertaş, diyar kir ku 2 sal berê bi armanca bibin bersîva pêdiviyên rojnamegerên kurd cemîyet avakirin. Ertaş, da zanîn ku her diçe çapemeniya azad xurt dibe û mezin dibe û ji ber vê yekê pêdivî bi avakirina cemiyetê dîtin. Ertaş, destnîşan kir ku wan heta niha ji bo pêdiviyên rojnamegeran perwerdehiya teknîkî û pîşeyî dane û wiha got: "Em dê di 26'ê Tîrmehê saet di 10.00'an de li Salona Şano ya Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 2'emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk bînin. Em armanc dikin ku ji niha û şûnde hemû daxwaz û pêdiviyên endamên xwe yên rojnameger pêk bînin û bi awayekî hêztir bibin bersîva pêşerojê. Niha amadekariyên me yên kongreyê bi dawî bûne. Em bang li hemû rojnameger, nivîskar, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, rêxistinên demokratîk û her kesî dikin ku beşdarî kongreya me bibin. Em di roja kongreyê de li bendê ne ku hekû kesên piştgiriyê didin çapemeniya azad beşdarî kongreyê bibin."

(mae)