1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji cerdevanan bang: Çekên dewletê ranekin
Ji cerdevanan bang: Çekên dewletê ranekin,ji,cerdevanan,bang,çekên,dewletê,ranekin

Ji cerdevanan bang: Çekên dewletê ranekin

A+ A-

ERDOGAN ALTAN

AMED (DÎHA) - Pergala cerdevaniyê, di her demên çareseriya pirsgirêka kurd tê rojevê, dîsa dibe mijara sereke. Niha jî hikumeta AKP'ê dixwaze 5 hezar cerdevanên nû peyvirdar bike. Cerdevanên ku bi salan çek hilgirtin û piştî komkujiya Roboskê dev ji çekan berdan, bang li hemû cerdevanan kirin û xwestin dest ji çekan berdin. Cerdevanê berê Suleyman Encu û Zekî Tosun, bertek nîşanî polîtikayên AKP'ê dan û xwestin kes neyê xapandin û wiha gotin: "Îro careke din cerdevan kirin propagandayeke hilbijartinê. Propagandaya qesrê ye. Bi vê pergalî tu tişt ji bo gel û welat nayê kirin. Divê ciwanên kurd çeka vê pergalî raneke, tevlî vê xeletiyî, pergalî nebin."

Kurdistana bû şahida derbeya 1980'ê, niha rastî darbeyên cuda yên polîtîkayên dewletê tên. Piştî PKK'ê di 1984'an de dest bi têkoşîna çekdarî kir, dewletê jî pergala cerdevaniyê ava kir. Dewletê di sala 1985'an de xala 74'emîn a Qanûna Gundan xist meriyetê û pergala cerdevaniya gundan pêş xist. Di cîhanê de jî yekîneyên paramîlîter ên dişibin pergala cerdevaniya gundan mînak hene. Li Perûyê "Dewriyeyên gundî" (Rondas Campesînas), Li Kolombiyayê "Hêzên Mudafeya Bi Hev re" (Unîted Self-defense forces), li Çeçenîstanê "Şopdarên Kadyrovê" (Kadyrovtsy) ên wek e van, hin ji wan ji ber di hêla aboriyê de tengasî kişandin, hin ji wan jî ji ber tevlî hin sûcan bûne di nava demê de pêşî hatin kêmkirin, piştre jî bi temamî ji holê hatin rakirin.

Pergala cerdevaniyê ji Alayên Hamîdiyê tê

Koka pêkanên cerdevaniya gund a li Tirkiyeyê ji Alayên Hamîdiyê tê. Alayên Hamîdiyê, di sala 1891'an de ji hêla II. Abdulhamît ve ji milîsên eşîretên kurdan hat avakirin. Ev bi armanca tasfiyekirina Ermenên di bin rêveberiya Dewleta Osmaniyan de ne hat avakirin. Alayên Hamîdiye di heman demê de wek e yek ji perçeyê polîtîkayên ji bo asîmilekirina kurdan jî hat berdewam kirin.

Pergala cerdevaniyê amûrê herî girîng a koçberiya bi zoriyê ye!

Hat diyarkirin ku pergala cerdevaniyê yek ji amûrê herî girîng a koçberiyê ya bi zorê ye. Gelek caran di raporên rêxistinên civakî yên sivîl de hat belgekirin ku redkirina cerdevaniyê sedema ji warê xwe bê koçberkirin e. Ne tenê pêkûtiyên ji bo bibin cerdevan, di heman demî de çalakî û pêkûtiyên ji hêla cerdevaniyan ve tên kirin di pêvajoya koçkirinê de rolek herî girîng dilîze. Rêznameya cerdevaniyê jî veşartî hat girtin!

Ligel xwegihandina radeyên derbarê cerdevaniyê de tengasî berdewam dikin jî, ligel serlêdanên ÎHD'ê ya ji bo agahiyên derbarê cerdevaniyê ya dewlet rasterast bi "ewlehiya dewletê" ve girêdaye, hene jî balkêşe ku agahî nayên parvekirin. Ji hêla hikumetan ve rêznameya Cerdevaniya Gund a Derbasdar veşartî tên girtin, ev rewş di sala 2005'an de bi pêşnûmepirsa nivîska ya ji hêla Parlementerê CHP'ê Mesût Deger ê ji Wezaretiya Dadê re şandî derket holê. Pêşnumepirsa Deger a "Hikumet rêznameya veşartî derxistiye an na" ji Wezaretiya Dadê re şand. Wezîrê Dadê Cemîl Çîçek bersîva "Rêznameya Cerdevaniya Gund a Derbasdar ku ji bo tayînkirina personelên îstîhdama pêşîlêgirtina terorê hatî kirin, qada peywira wan diyarkirin, peywira wan, berpirsiyariya wan, perwerdekirin û ji kar derxistina wan hatî sererastkirin, ji bo di Rojnameya Fermî de neyê weşandin dê hin hêmanên mahsûran jî bi xwe re bîne" da.

Di her dema ku perqara cerdevaniyê bû mijara niqaşê, cerdevanên nû zêde kirin

Ne tenê di hêla rêznameyê de, xwegihandina hejmara cerdevanan de jî tengasî hene. Lê li gor di nûçeyên rojnameyan, pirtûkan, di bersivdayîna pirsên parlementeran de xwe dikarin bigihînin hejmaran. Bi tevahî di navbera salên 1985-2009'an de hat ragihandin ku 123 hezar cerdevan peywir girtine, hejmara cerdevanan sala 1995'an 62 hezar, di sala 2000'an de 90 hezar û piştî salên 2000'an ji ber PKK'ê agirbest îlankiriye hejmar ketiye 57 hezarî.

Li gor agahiyên Wezaretiya Karê Hûndir daye; di adarê sala 2009'an de 48 hezar kadroyî, 23 hezar dildarî bi tevahî 71 hezar cerdevan hene, li gor nûçeyên di çapemeniyan de derketiye jî ji 31'ê mijdara 2012'an û vir ve 45 hezar û 596'an de cerdevanên gund ên derbasdar, 19 hezar û 413 jî cerdevanên dildar bi tevahî 65 hezar û 413 cerdevan peywir girtine. Bajarên herî zêde cerdevan hene li gor rêzê; Şirnak 8 hezar û 832, Colemêrg 7 hezar 90 û li Bedlîsê jî 5 hezar û 531 hat diyarkirin.

Dema daxuyaniya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Newroza 2013'an jî saziyên sivîl û civakî daxwaza divê cerdevanî ji holê bê rakirin dihat kirin. Piştî adarê 2013'an rayedarên dewletê di nava 4 mehan de, nav û hejmara cerdevanên li diwar û deriyê wan daliqandin. Li gor vê yekê li navçeyên Şax û Payizaxa yê 280, li Bedlîsê 600, li Colemêrgê 110, li Mûşê 95, li Agirî 25, li Sêrtê 120, li Amedê 250, li Êlihê 100, li Mêrdînê 80, li Çewlikê hezar û 800 û li Rihayê jî 90 kadroya cerdevaniyê hat vekirin.

Di 6 salan de cerdevanan 136 welatî kuştin

Navenda Giştî ya ÎHD'ê diyarkiribû ku ji meha nîsanê ya sala 2003'an ve derheqê 2 hezar û 376 cerdevanên ku tevlî sûcên adlî bûn de tu şixûleke hiqûkî nehatiye kirin. Di rapora Serokatiya Fermandariya Giştî ya nîsan a 2004'an de ya derbarê sucên ku cerdevan tevlî bûne hatiye amadekirin de jî, 4 hezar û 821 cerdevanên gund ên dildar û derbasdar tevlî sûcên cur be cur bûne û ceza girtine. Dîsa

Wezîrê Karê Hûndir a demê Abdulkadîr Aksu jî di sala 2005'an de aşkere kiribû ku 4 hezar û 72 cerdevanên gund suc kirine, ji van 853'ê wan hatine girtin. Dîsa li gor daneyên ÎHD'ê; di 6 salên dawî de cerdevanan bi çekên ku dewlet 136 welati kûştin. Di navbera salên 1985-1992'an de jî ji ber ji her sê cerdevanan yekî suc kiriye çeka wan ji wan hatiye standin. Tenê di navbera 1986 û 1996'an de 23 hezar û 222 cerdevanên gund ji ber dema li ser peywirê bûn sûcên cur be cur kirine ji peyvirê hatine girtin. Hikumeta AKP'ê ligel cerdevanan ewqas suç kirine jî 5 hezar cerdevan û 5 hezar tîmên taybet dê bê girtin re careke din berê herkesî ket ser pergala cerdevaniyê.

Lêçûna wan 227 milyon TL ye

Ya dawî bi erêkirina Wezareta Karê Hûndir a di meha kanûna 2012'an de bi hezaran cerdevanî hatin girtin, bi vê re jî tenê li Colemêrgê hejmara cerdevanan gihişte 8 hezarî, li Şirnexê jî hejmar gihişte 7 hezarî. Tê îdeakirin ku li hin navendên bajaran jî cerdevanên veşartî hene, lê hin ji wan xizm û derdora wan jî nizanin ku cerdevan in. Tê gotin ku ev kesan bi çekên qeleşnîkofê û wesayîtên taybet digerin.

Maliyeta salane ya cerdevanan a li ser dewletê 227 milyon TL ye.

Tev li hebû sûcan bûne'

Li gor rapora ÎHD'ê ya salên 1992-2002'an, bal dikşîne ser sucên cerdevanan a şewitandina gundan, valakirina gundan, revandina mirov, tacîz-tecawuz, êrîşa bi çek, înfaz, xesp hene. Rapora Fermandariya Giştî ya Tirkiyeyê ku di sala 2004'an de jî amade kirî rapora ÎHD'ê sererast dike. Li gor raporê; cerdevanan tevlî sucên wek e xesp, şelandin, kuştin, birîndarkirin, êrîşa bi civakî, êrîşkirina wesayît û meskenan, revandina mirovan, qeçaxçitiya tiryakê, qeçaxçitiya çek û muhîmatê û her wekê van bûne.

Hejmara cerdevanan a li bajaran hatiye belavkirin

Li Amedê 5 hezar û 187, li Şirnexê 6 hezar û 756, li Êlihê 2 hezar û 887, li Çewlikê 2 hezar û 511, li Bedlîsê 3 hezar û 730, li Mêrdînê 3 hezar û 323, li Mûşê hezar û 860, li Sêrtê 4 hezar û 661, li Wanê 7 hezar û 320, li Colemêrgê 7 hezar û 614, li Dêrsimê 368, li Semsûrê hezar û 485, li Agirî hezar û 838, li Erdexanê 91, li Elezîzê 2 hezar û 83, li Dîlokê 555, li Idirê 362, li Kilîsê 33, li Mereşê 2 hezar û 236, li Qersê 558, li Meletî hezar û 365, li Rihayê 934 cerdevan hene. Di 22 bajaran 47 hezar û 819 cerdevanên derbasdar, di 32 bajaran 24 hezar û 88 cerdevanên dildar, bi tevahî 71 hezar û 907 cerdevan hene.

Cerdevanên li dijî gefan çek berdan jî hene

Bi taybetî di salên dawî de bi agirbesta yek alî yên ji aliyê PKK'ê ve hatî kirin û ji hêla KCK'ê ve daxuyaniyên wek e "Heke cerdevan dernekevin operasyonan dê bi wan re nekevin pêvçûnan" bi sedan cerdevanên gundên Wan, Colemêrg, Şirnex, Êlih, Bedlîsê li hemberê gefên leşkeran a "Derkevin operasyonan" çek berdan. Bi taybetî piştî di 28'ê kanuna 2011'an de balafirên şer Robokî bombe kir û 34 hemwelatî hatin qetilkirin, gelek cerdevanên heremê ligel hemû gefên leşkeriyê dest ji çekan berdan.

Ji hêla hikûmeta AKP'ê ve daxuyaniya ku dê 5 hezar cerdevan û 5 hezar tîmên taybet bêne girtin, li hember vê helwest û bertekên cerdevanan amadekariyek tê kirin hat nirxandin.

'Ev polîtîkaya dewletê ya li dijî gelê kurd e'

Bavê M. Alî Tosun ê di komkujiya Roboskê de jiyana xwe ji dest dayî Zekî Tosun ku di salên 90'î de cerdevaniyê dikir û piştî komkujiya Roboskê de dev ji cerdevaniyê berdaye, bertek nîşanê jinûve 5 hezar kadroyên cerdevaniyê hatî girtin û anîna rojevê da. Tosun, da zanîn ku di dema hilbijartinê de 5 hezar cerdevan ên dê li Kurdistanê bê belavkirin polîtîkaya darbeyê ya li hemberê gelê kurd û herêma kurdan e. Tosun, nihêrtina dewletê ya li ser cerdevanan jî wiha vegot: "Me mirovên ku salên 1988'an ve cerdevaniyê dikin dît, em bûn şahid. Polîtîkayên çewsandinê ya li ser cerdevaniyê jî li ber çavan e. Ya cerdevanan bi zorê derdixin operasyonan. Nexwe dê wan ji peywirê bavêjin an jî meaşên wan bibirin. Rasterast dibêjin heke hûn dernekevin operasyonan hûnê bên avêtin. Cerdevanî wek e parazvanê gund tê binavkirin, şûna bibin notirvanê gund, ji hêla dewletê ve wek e tîmên taybet an jî komandoya çiya

tê dîtin û bikaranîn. Bi zorê derdixin operasyonan, li pêşiya leşkeran jî wek e mertal tên bikaranîn."

'Tevlî vî pergala ku şaş e nebin'

Tosun, destnîşan kir ku pergala cerdevaniyê pergaleke şaş û anî ziman ku divê kes tevlî vê pergala ku şaş e nebin û wiha bang li kurdan kir: "Bangewaziya min, ji gelê kurd ê ku wujdana wan heye û pergala qirêj a vê dewletî baş dizanin dikim; ji kerema xwe re belkî berê de bi zor zordariyê we tevlî vê pergala cerdevaniyê ku li ser pergaleke şaş hatiye avakirin dibû, lê îro êdî divê kes tevlî vê pergalî nebin. Nekevin vî pergala cerdevaniyê. Tu bingehekî vê pergalî tune ye. Di vê pergalî de tu hiqûq û edalet tune ye. Pergala cerdevanî di destê çawişek pispor de ye. Hemû tişt li gor kêfa çawişeke pispor pêş dikeve. Îro ev pergal careke din anîna rojevê propagandaya hilbijartinê ye, propagandaya qesrê ye. Ev 5 hezar cerdevan dê bibin cerdevanên qesrê, bibin cerdevanên hilbijartinê. Ji bo gel, welat tu tiştî nakin, radibin vê pergala cerdevaniyê careke din ferz dikin. Divê ciwanên kurd vî çekî negirin, tevlî çareseriyeke şaş an jî pergaleke şaş nebin. Ji bo sê çar kuruş gelê xwe nefiroşin."

'Tu çi bikî bike di çavên wan de eynî ye'

Suleyman Encu jî ku di komkujiya Roboskê de kurê wî Cemal Encu jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku di salên 1990'an de avêtin ser gundan, ji bo ji warê xwe koçber nebin bi neçarî cerdevaniyê qebûl kirine. Encu, da zanîn ku piştî ew bûn cerdevan ji bo di cihê leşkeran de herin nobetê her tim gef li wan dihat xwarin û ev tişt gotin: "Her tim ji bo em dernekevin nobetê û operasyonan nîqaşan dikir, li ser vê yekê em dihatin tehdît kirin. Me jî gelek caran ji bo em koçber nebin bi neçarî qebûl dikir. Lê niha tê fêmkirin ku tu kurd bî, çi bikî bike di çavên wan de eynî bûyî. Niha jî hikumeta AKP'ê û Serokomar bi polîtîkaya 90'an, an go polîtîkaya tunehesibandinê, pergala cerdevaniyê li kurdan ferz dike. Ji ber vê yekê divê kurd vî polîtîkayî, bi qebûlnekirina cerdevaniyê re vala derbixe."

(ea/me)