Ji ciwanan pêngava “Her tişt ji bo Serokatî’
NAVENDA NÛÇEYAN – YJC/YCR li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşmeya “Her tişt ji bo Serokatî” pêngaveke nû ya çalakiyan da destpêkirin.
Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) û Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku wan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi pêngaveke nû ya bi navê “HER TIŞT JI BO SEROKATÎ! AZADÎ! SERHILDAN! TOLHILDAN!” kiriye.
Daxuaynî wiha ye:
″Di vê demê dawî de sîstema hegemon ya modernîteya kapîtalîst ketiye nava kaosekê kûr ku nema dikare jê xilas bibe. Hêzên desthilatdar hewldidin ku bi riya şer emrê xwe û sîstema xwe ya netew-dewlet taybet li Rojhilata Navîn dirêj bikin. Şerê ku li Rojhilata Navîn piştî buhara gelan destpêkir şerê cîhanê yê siyemîn e. Ev yek bi tena serê xwe aloziya kûr ku tê jıyan kirin îfade dike. Li şûna ku pirsgirekên heyî bên çareserkirin, hêzên desthilatdar ên dunya yan aloziyên heyî kurtir dikin yan pirsgirekên nû diafirînin.
Rêber APO bi têkoşîna xwe ya bi dehan salan lîstika hov ya sistemê deşifre û bi nav kir û çareseriya vê ya Modernîteya Demokratîk danî holê. Bi vî awayî yê ku îro xeyalên azadiyê ya hemu gelan temsîl dike fikir û felsefeya Rêber APO ye. Ji ber vê yekê hêzên xwînmêj û metînkar qomploya navnetewî li ser Rêbertî dane destpêkirin. Rêberê me êsîr girtin û xistin zindana girava Îmrali. Di bin şert û mercên herî giran en tecrîd û îşkenceyê de Rêber APO di demekê kin de bi pêşxistina paradîgmaya nû ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jin û modela netewa demokratîk ev qomplo vala derxist. Di şaxsê Rêber APO de dixwestin gelê kurd bi giştî carekê din bixin xewa mirinê, lê bi berxwedana Rêber APO gelê Kurd li berxweda û bi hêzbûna îradeya Rêber APO gelê kurd bi hêz kir.
Dewleta faşîst a Tirkiyê hemû cureyên îşkenceyê li ser Rêberê me pêkanîn, lê hemu hewldanên wan têk çûne. 2013 ji aliyê Rêber APO pêvajoyekê nû bi mebesta çareserkirina pirsgireka kurd li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê hatibû destpêkirin. Bi pêşengtiya Rêber APO hewldana aşitiyê çêbû, lê ji ber ku Dewleta Tirk ya AKP hebûna xwe di tunebûna kurda de dibîne, pêvajo tenê yek alî dimeşiya û AKP û Erdogan ti carî dev ji polîtîkayên xwe yên îmha û qirkirinê bernedan. Ruxmî vê jî bi perspektîfên Serokatî di van salan de gelek serkeftinên gelê Kurdistanê hatin jiyîn. Şoreşa Rojava pêşket, Kobanê hat parastin, gerîla li Şengalê gelê êzidî parastin û HDP encamekê dîrokî di hilbijartinên 2015 de girtin.
Li ser van esasan ji Nîsana 2015’an heya îro carekê din tecrîdekê girankirî li ser Rêberê me tê meşandin. Ne parêzer, ne malbat, û ne jî heyeta HDP dikarin hevdîtinan pêkbînin. Bi hinceta keştî xerabeyê yan şert û mercên hewayê ne guncav in kes nikare biçe Îmralî. Ev salek û nîve em ti agahî ji Rêber APO nagirin û bi taybetî piştî hewldana darbeyê ku 15. tîrmehê li Tirkiyê çêbû, cidî guman û fikarên me yên derbarê rewş û tendirustiya Rêberê me de hene. Serok APO di xeteriyê de ye yanî rewş awarte ye. Eger îro jiyanek li Kurdistanê hebe, ev yek bi xêra Rêber APO ye. Heger jiyanekê azad hebe, ev yek tenê bi azadiya Rêber APO dibe. Hebûna me Rêber APO ye!
Wekî Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) em îlan dikin ku heta Serokê me azad nebe em ranewestin. Li ser vî esasî em dest bi pêngaveke nû ya bi navê: “HER TIŞT JI BO SEROKATÎ! AZADÎ! SERHILDAN! TOLHILDAN!” dikin.
Em bang li tevahî ciwanên Rojava û hemû ciwanên Kurdistanê dikin da ku rabin serhildanê! Her tiştê me ji bo Rêber APO be. Em dagirkerî li ser xwe û axa xwe qebul nakin. Bi fikir û felsefeya Rêber APO û hêza ciwantî em ê sîstema hegemon ya kapîtalîst hilweşînin. Bi rihê tolhildana şoreşgerî em ê dagirkerî perçe bikin, netewa demokratîk ava bikin û Rêbertî azad bikin. Di vê demê de lazime herkes di mala xwe de runişkandin ji xwe re haram bibîne. Ji bo jiyanekê azad xwedî li Rêberê xwe, welatê xwe û şehîdên şoreşê derkevin!”
(a)
ANHA