Ji ciwanên şoreşger meşa bîranînê
SUNDAY, 27 APRIL 2014 09:25inShare EFRÎN – Tevgera Ciwanên Şoreşger bi armanca bîranîna Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşager Zehredîn Reşîd (Kajîn) ê ku salek berê di encama êrîşa komên çete ya li dijî taxa Eşrefiyê ya Helebê jiyanan xwe ji dest dabû, meşek lidar xist.
Meş bi tevlîbûna sedan ciwanan ji ber navenda Ciwanên Şoreşger a navçeya Cindêrisa Efrînê dest pê kir. Meşvanên ku ji hemû navçeyan berê xwe dabûn Cindêrisa Efrînê û bê navber diruşme davêtin heta Goristana Şehîd Seydo ya li çiyayê Qaziqlê meşiyan.
Meşvanên ku 8 kîlometrî meşiyan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Endamê Ciwanên Şoreşger Zehredîn vekiribûn û alên YPG, YPJ, Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger hilgirtibûn.
Li ser goristanê ciwan ji aliyê malbata Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Zehredîn Reşîd û endamên meclîsan hatin pêşwazîkirin. Li ser goristanê merasîma bîranîn hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û piştre dayîka Zehredîn û birayê wê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Konfedresyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz û Meclîsa Gel a Efrînê axivîn. Di axaftinan de berxwedana Zehredîn û tekoşîna wî ya dirêj a ji bo rêxistinkirina ciwanan hate bibîranîn.
Piştî axaftinan Koma Şano ya Şehîd Zehredîn şanoyek pêşkêş kir û sînevizon li ser jiyana Zehrdîn jî hate pêşkêşkirin.
Ciwanan bi diruşmeyan dawî li mesa xwe anîn.
(ie/jh)