1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Cizîrê çavdêriyên YPG û YPJ’ê di rojnameya FAZ’ê de
Ji Cizîrê çavdêriyên YPG û YPJ’ê di rojnameya FAZ’ê de,ji,cizîrê,çavdêriyên,ypg,û,ypj,ê,di,rojnameya,faz,ê,de

Ji Cizîrê çavdêriyên YPG û YPJ’ê di rojnameya FAZ’ê de

A+ A-

FRANKFURT - ANF Hêzên YPG û YPJ ku li Rojava li dijî hovîtiya DAIŞ’ê têdikoşin di çapemeniya cîhanê de cihekî girîng digire.

Nûnerê Rojhilata Navîn ê Rojnamaya Frankfurter Allgemeinze Zeitung (FAZ), Raîner Hermann nûçeyek bi sernavê ‘Di navbera Enî û Mafê Jinan de’ çavdêriyên xwe yên bi yekîneyên YPG û YPJ’ê yên li Kantona Cizîrê vegot.

Raîmer Herman destnîşan kir ku YPJ ji sêyan yekê yekîneya parastina Rojava ava dike û da zanîn ku jinên Kurd ne tenê li dijî çeteyên DAIŞ’ê di heman demê de li dijî zîhniyeta serdest a civakî jî têkoşînê dimeşînin. Di nûçeyê de der barê kampên ku şervanên YPJ’ê pewerdeyê dibînin jî agahî da û hat gotin ku di wan kampan de her sal bi sedan şervan perwerdeyê dibînin.

ŞERÊ DIN ÊN JINÊN KURD WÊ BIDOME

Der barê hevdîtina ku bi fermandara YPJ’ê Eylem re hatiye kirin de ev gotinên Eylemê cih dayê: “Şerê me yê din wê bidome. Bi DAIŞ’ê re biqede jî yê din wê bidome.” Herman diyar kir ku jina ciwan Eylem a 21 salî, ji ber vê yekê formaya leşkerî ya Kurdên Sûriyeyê li xwe dike û li kampê perwerdehiya jinan bi rê ve dibe. Herman got ku ji bo parastina welatê xwe û di heman demê de ji bo têkoşîna li dijî serdestiya mêr têdikoşin.

SEDEMA SERKEFTINA YPG’Ê

Di nûçeyê de hat gotin ku piştî YPG û YPJ hatiye avakirin şûnde di demeke kurt de (Tîrmeh 2012) bi çeteyên El Nusra û Aharar el Şam re şer kiriye, Rojava azad kiriye, niha li Cizîr, Kobanê, Efrîn û Helebê bi giştî hezar û 800 şervanî jiyana xwe ji dest daye. Di nûçeyê de cih daye gotinên berdevkê YPG’ê Rêdûr Xelîl yên ‘Em ji bo azadî û nirxên xwe şer dikin. Di heman demê de em li dijî êrîşên li hemberî welatê xwe şer dikin’.

Raîner Herman anî ziman ku di serkeftina YPG’ê, tiştekî taybet heye ku şervanên YPG’ê topografiya Rojava baş dizanin û got: “3 hezar şervanên girêdayî ‘Konseya Leşkerî ya Sûryanî’ û Şeyh Humaydî el Hadî Jarba li rex YPG’ê şer dikin."

PÊWÎSTIYA KURDAN BI ÇEKÊN GIRAN HENE

Herman di nûçeyê de bal kişand ser berxwedana Kobanê û agahiyên ku Rêdûr Xelîl der barê êrîşên DAIŞ’ê yên li Kantona Cizîrê û têkoşîna li dijî vê tê meşandin vegot. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Rêdûr Xelîl diyar dike ku rewşa Kobanê hê krîtîk e. Li gorî Xelîl DAIŞ li wir bi hezaran çete êrîş dike û li gel ku gelek windayan didin jî yên nû tînin.

Her wiha Xelîl diyar dike ku YPG bi tevlîbûna pêşmerge û şervanên PKK’ê re asta xwe bihêztir kiriye û hejmara wan jî 2 hezar û 500 e. Xelîl destnîşan dike ku ji hatina pêşmergeyan wêdetir çekên ku bi xwe re anîne girîng e.

Herman da zanîn ku YPG diyar dike li Kobanê bila hêzên din ji bo me nemirin û wiha got: “Ji bo parastina Kobanê pêwîstiya YPG’ê bi çekên giran hene. DAIŞ’ê gelek caran çekên giran û bi sedan çete anî gel hev û ji ser Tel Hemîs êrîş pêk anî. Pirsgirêka herî girîng a Kurdan nebûna çekên giran e. DAIŞ’ê di meha Hezîranê de gelek çekên giran ên aîdî artêşa Iraqê li Mûsilê girtin. Ev hemû çekên Amerîkayê bûn û li gel van bi sedan wesayîtên zirxî jî hebûn.

Di nûçeyê de hat gotin ku YPG’ê li Cizîrê çeteyên DAIŞ’ê girtibûn û wiha got: “Rêdûr Xelîl ji dolaba xwe pasaportan derdixe. Ev pasaport aîdî çeteyan e. Pasaportên Tunus, Lîbya, Lubnan û Bahreynê ne. Bêguman ji Tirkiyeyê jî. Li ser pasaportên ne welatiyên Tirkiyeyê, mohra balafirgeha Stenbolê heye.

Li gorî nûçeyê çeteyên ku ketine destê YPG’ê li xwe mikur hatine û hat gotin ku çeteyan îdîa kirine ku ji bo ew Kurdan û Xiristiyanan bikujin 150 dolar didin wan.

Hat gotin ku çeteyan yên dîl hatine girtin diyar kirine ku DAIŞ’ê propagandaya, ger hûn Kurdan, Xiristiyanan û bêbaweriyan bikujin ji wan re kirine û hat gotin ku ji van hinek xwendekarên zanîngehê û hinek jî bi salan bi Kurdan û Xiristiyanan re jiyane.