1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Davûtoglû bo Şamê name: Bila haya we ji kurdan hebe!
Ji Davûtoglû bo Şamê name: Bila haya we ji kurdan hebe!,ji,davûtoglû,bo,şamê,name,bila,haya,we,ji,kurdan,hebe

Ji Davûtoglû bo Şamê name: Bila haya we ji kurdan hebe!

A+ A-

Desthilatiya AKP’ê ku di 2 salan de, li Bakûrê Kurdistanê bi hezaran siyasetmedarên kurd avêt girtîgehan, vê carê jî li hemberî daxwazên demokratîk ên kurdên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê zend û bendan bada.

Li gorî agahiyên çavkaniyên kurdan dane ANF’ê, Wezîrê Derve yê Tirk Ahmet Davûtoglû di meha cotmehê de ji Serokê Sûriyeyê Beşar el Esad re şand û ji Esad xwest ku li hemberî kurdên li Sûriyeyê “haydar bin”.

Hate zanîn ku Davûtoglû di nameya xwe d eji rêveberiya Şamê xwestiye ku kesên li herêma kurdan têkiliya wan bi PKK’ê re hene bigirin û di meseleya perwerdehiya bi kurdî de tu pêngavan neavêje.

Her wiha, di nameyê de tê gotin ku divê Sûriye di çarçoveya Peymana Endeyê ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de agahiyên sîxûrî yên der barê PKK’ê de bide Enqereyê.

Li gorî agahiyên nunerên kurdên Rojavayê Kurdistanê dane ANF’ê, hikûmeta tirk ne tenê name ji Esad re şandine, lîsteke li hemberî daxwazên kurdan pêşkêşê muxalefeta radîkal a ereban Birayên Misilman jî kiriye.

Alîkarê Serokê Komîteya Neteweyî ya ji bo Guhertinên Demokratîk û Serokê PYD’ê Salih Muhammed, diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ji bo desthilatiya piştî rejîma Beşar Esad mafên hemwelatiyê yên kurdan nas neke, şer danîne pêşiya Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê. Muhammed diyar kir ku Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê ku navenda wê li Stenbolê ye, van mercan qebûl kiriye.

Hêjayê gotinê ye ku Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di nîva meha cotmehê de belavokekê aşkere kiribû ku li hemberî kurdan di navbera Tirkiye û Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê ku navenda wê li Stenbolê ye de peymanek li dijî kurdan hatiye morkirin.

PYD’ê xalên wê peyman bi raya giştî re aşkere kiribû. Li gorî daxuyaniya PYD’ê ev xal di peymanê de cih digirin:

- Dema ku Rejîma Beasê li Sûriyeye hilweşiya, hikûmeta ku bikeve cihê wê pêwist e hevpeymana di navbera Tirkiye û rêjîma Beasê de ya di sala 1998’an de pêk hatiye, biparêze.

-Pêwist e ji hêla hikûmeta nû ve derfet neyê dayîn ku Kurd di makezagona Sûriye de werin bicihkirin.

-Astengkirina rola partiyên Kurdan bi giştî û bi taybetî jî Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD di nava muxalefetê de.

-Alîkariya dewleta Tirkiyeyê di heremên Kurdan de yên ku dikevin nav sînorên Sûriyeyê li dijî terorê were kirin.

-Derfetdayîna hewildanên Tirkiyeyê yên di warê çapemanî, propaganda û perwerdeyê de li hemberî tevgera Kurd li Sûriyeyê.

- Ku pêwiste be, alîkariya dewleta Tirkî di warê levbazî û şopandina terorîstan de di hindirê sînorê Sûriye de were kirin.

ANF NEWS AGENCY