Ji dayikekê hawara ‘dengê me bibihîzin’
ÎZMÎR (DÎHA) – Zarokê bi navê Nurşah a zaroka sêyemîn a malbata Karadelî ya ji bajarê Qamişloyê ya Rojava ye ji ber tayê hucreyên mejiyê wê zirar dîtiye li Tirkiyeyê têkoşîna jiyanê dide. Dayika Nurşah, Rojîn Karadelî banga “dengê me bibihîzin” li welatiyên xêrxwaz kir.
Malbata Karadelî ya ji bajarê Qamişlo ya Rojava hatine li Kadîfekale ya Îzmîrê di waniyeke odeyeke wî heye dijîn. Zaroka malbatê ya bi navê Nurşah a ji ber xisare di mejiyê wê de bi nexweşiya neotal asfiksiyê ketiye her diçe rewşa wê xirab dibe. Ji ber ku derfetên malbatê nîn e nikarin zaroka xwe derman bikin. Malbata ku rewşa wan a aborî ne baş e li aliyeke hewl didin zarokê xwe derman bikin li aliyê din jî têkoşîna jiyanê didin. Dayika Nurşaha biçûk ji ber ku zarokên xwe dinêre nikare bixebite, bavê wê Huseyîn Karadelî jî bi boyaxkariyê hewl dide debara malbata xwe bike. Dayik Karadelî ya ji DÎHA’yê re axivî diyar kir ku rewşa zarokê her diçe xirabtir dibe û ji welatiyên xêrxwaz alîkarî xwest.
Karadelî anî ziman ku ji ber ku hatineke wan a rêkûpêk nîn e û ji Sûriyeyê hatine kesek naxwaze xanî bide wan, yên ku didin jî buhayaka giran ji wan dixwazin. Karadeli wiha got: “Em li xaniyeke tenê odeyeke wî heye de dijîn û 120 TL didin. Berê li vir sewal mane. Em di nava çopan de diman. Gunehê cîranan b ime hat î agahî dan şaredariyê û ev der paqij kirin.” Karadelî destnîşan kir ku hevserê wê boyaxkariyê dike û bi wî pereyê hewl didin bijîn û wiha berdewam kir: “Ji ber ku em ji Rojava ne me mexdûr dikin. Mafên men adin. Hevserê min nikare pareyê xwe bigire. Cîran alîkariya me dikin. Êvaran xwarinê tînin. Heke ne ji wan be em ê bêhtir perîşan bibin.”
Nikarin biçin nexweşxaneyan
Karadelî da zanîn ku li Sûriyeyê ji ber ku dermanê zarokê xwe nekarîne bibînin ji ber vê hatine Tirkiyeyê û ji ber ziman jî nizanin Nurşahê nikarin bi aweyeke rêk û pêk tedawî bikin. Karadelî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dermanên ku zarok bi kar tîne hene. Dema bi kar neyne êşa wê zêde dibe. Dema hin kes pere didin zarokan tînin didin min û dibêjin bi vê derman bikir. Em nikarin darman bikirin. Divê em her hefte biçin nexweşxanayê yê ji ber ku vîzeya me nîn e em nikarin biçin. Em biçin jî ji berk u ziman nizanin zehmetiyan dikêşin.”
‘Dengê me bibihîzin’
Karadelî got ku rewşa wan a derman bikirin nîn e û herî dawî ev tişt anî ziman: “Pereyê kirê, av û ceryanê em nikarin derman bikirin. Êdî hêza meya derman bikaribin bikirin nema ye. Tenê dermê min zaroka min a nexweş e. Ez ji bo dermankirina wî hatim L êli vir rewşa me xirabtir bû. Kesên ku dengê me dibihîzin bila alîkariya me bikin. Kesên ku rewşa zaroka min dibînin bila dengê me bibihîzin.”
(sa/wk)