1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji DBP'ê ji bo Sûrê bangawaziya mertalên zindî
Ji DBP'ê ji bo Sûrê bangawaziya mertalên zindî,ji,dbp,ê,ji,bo,sûrê,bangawaziya,mertalên,zindî

Ji DBP'ê ji bo Sûrê bangawaziya mertalên zindî

A+ A-

AMED (DÎHA) - Rêxistina DBP'ê ya Amedê ji bo navçeya Sûrê piştî êrîşa polîsan a bi şev pêk hat û pêvçûnên dijwar diqemiwe banga li gelê Amedê kir xwest bibin mertalên zindî.

Rêxistina DBP'ê ya Amedê daxuyand ku li navçeya Sûrê ya Amedê piştî êrîşa polîsan a bi şev pevçûnên dijwar qewimîne û windahî hene ji bo rawestandina operasyonan bang li gelê Amedê kir û xwest bibin mertalên zindî.

DBP'ê daxuyand ku navçe ji şev heta niha di bin dorpêça polîsan de ye, pevçûn didomin û her diçe dijwar dibe. DBP'ê daxuyand ku li taxa Hasirliyê windahî û birîndar hene û ev bangawazî hate kirin: "Bi taybetî semta me ya Balikçilarbaşi di bin agir de ye. Windahiyên sivîl hene. Ji bo ku li navçeya me ya Sûrê windahi zêde nebe am bang li gelê xwe dikin li navçeya Sûrê (Taxa Hasirli- Semta Balikçilarbaşi" bibin mertalên zindî."

(sa)