1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji dengbêj Gazîn û aşiq Leylî ya ermen konser
Ji dengbêj Gazîn û aşiq Leylî ya ermen konser,ji,dengbêj,gazîn,û,aşiq,leylî,ya,ermen,konser

Ji dengbêj Gazîn û aşiq Leylî ya ermen konser

A+ A-

STENBOL (DÎHA) – Dengbêja wanî Gazîn û aşiq Leylî ya ermen a ku di çarçoveya Projeya Aşiqan û Jinên Dengbêj de hatin ba hev bi klamên kurdî û ermen guhdar sermest kirin.

Di çarçoveya “Bermaneya Piştgiriyê ya Pêvajoya Normalbûnê ya Tirkiye û Ereminstanê” ya ji aliyê Komeleya Çandê ya Anatolyayê ve tê organîzekirin de di konsera Jinên Dengbêj û Projeya Aşiqan de, dengbêj Gazîn û Aşiq Leylî li Kampusa ÎTU’yê ya Maçayê konser dan. Dengbêja wanî Gazîn û aşiq Leylî klamên kurdî û ermen stran. Herhu hunermendan bi klamên ermen û kurdî guhdar sermest kirin.

Di dawiya şevê de guhdaran bi çepikan kêfxweşiya ve nîşan dan. Dengbêj Gazîn û aşiq Leylî berê j îli Girana Axtamarê piştî ayîn ali Dêra Ermen a Surp Xaçê konser dabûn.

(sa)