1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Ji derve deyn wergirtin karekî xirab e"
"Ji derve deyn wergirtin karekî xirab e",ji,derve,deyn,wergirtin,karekî,xirab,e

"Ji derve deyn wergirtin karekî xirab e"

A+ A-

HÎWA ŞAREZÛRÎ / SİLÊMANΠ


 Parlementoya Herêma Kurdistanê duh bi dengê 39 parlamenteran yasayek derxist û ji bo bikarin ji derve deyn bistînin. 

Mamostayê Zanîngeha Silêmaniyê Prof. Mihemed Reûf Seîd diyar kir ku ger Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi deyn pere bistîne karekî xirabe û wiha got: “Eger di dema xwe de nekare deynê xwe bide, wê faîzekî zêde biçe ser. Ji ber vê li ser giran dibe û nikare vî deynî bide.” 

 Mamostayê Zanîngeha Silêmaniyê Profesor Mihemed Reûf Seîd li ser biryara Parlementoya Herêma Kurdistanê ya li ser ji derve deyîn wergirtinê ji RojNewsê re axivî û diyar kir ku ji bo hemû welatan deyîn standin nebaşe û wiha got: “Wergirtina deyn ji derve, ji bo hemû welatan xirabe, lê ji bo Herêma Kurdistanê ji hemû derê xirabtire. Ji ber ku Herêma Kurdistanê ew karîna wê nîne di pêşerojê de wî deynî bide. Piştere jî faîz diçe ser, ji ber eger Herêma Kurdistanê xwe zêde deyndar bike ji bo Herêma Kurdistanê xirabe.” Mihemed Reûf Seîd destnîşan kir ku li cihê Hikûmet deynan ji derve bigre bila baçê ji sermeyedaran bistîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li cihê deyn ji derve wergire, bila hikûmet ji sermeyedaran baçê bistîne. Ji ber ku li Kurdistanê hejmareke zêde milyarder û milyoner hene. Di karin sîstema baçê pêkbînin. Ev yek ji deynê ji derve baştire.” (rn)