1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Desteya Karûbarên Şehîdan a Cizîrê daxuyanî
Ji Desteya Karûbarên Şehîdan a Cizîrê daxuyanî,ji,desteya,karûbarên,şehîdan,a,cizîrê,daxuyanî

Ji Desteya Karûbarên Şehîdan a Cizîrê daxuyanî

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN –Desteya Karûbarên Şehîdan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê sersala nû li hemû malbatên şehîdan pîroz kir û diyar kir ku dê di sala 2015’an de hêvî û daxwazên têkoşeran pêk were.

Daxuyaniya Desteya Karûbarên Şehîdan a Cizîrê wiha ye:

“Di desbêka sala 2014’an de dijminê mirovahiyê bi armanca tunekirina gelê Kurd û hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê bi hemû hêza xwe êrîşî herêmên Rojava kirin. Dijminan xwestin ku bi riya dorpêçkirina herêmên Rojava hêviyên gelên herêmê di azadiyê de bişkînin û welatiyên Kurd, Ereb, Xiristiyan û pêkhateyên din bê nûner û rêber bihêlin û sîstema koletiyê li ser gelên herêmê bidin meşandin.

Ev êrîşên li dijî gelên azadîxwaz ji bo dijmin mijara hebûn û nebûnê ye. Dijmin ji bo ziyanekî herî biçûk bigihîne me, hemû hêz û artêşa xwe seferber dike. Armanca dijmin û hêzên li pişta wê ew e ku hêviya me bişkîne û baweriya me ya têkoşîn û serkeftinê lewaz bike.

Li hemberî van hemû êrîşên hovane, berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê ya Til Hemîs, Berxwedan gele me yê Şengalê, Kobanê, Serêkaniyê û seranserî Rojavayê Kurdistanê ya sala 2014’an dê di sala nû de bi serkeftin bi encam bibe. Li hemberî van êrîşên hov û dijwar, em ê jî berxwedana xwe heta serkeftin û azadiyê derbixin asta herî jor.

Rêber APO em fêrî berxwedana bi rûmet kirin. Şehîdên qehreman em fêrî fedakariyê kirin. Helwesta gel em fêrî bedeldayînê kirin. Şervanên azadiyê di dibistaneke wisa de fêrbûne ku çawa bersîvê bidin dijminê xeddar û azadiyê misoger bikin.

Em ji bîr nekin ku dijmin ji xofa û tirsa dilê xwe evqasî har û dîn bûye. Em di gewriya dijmin de bûne xencerek. Em bûne şûrê li ser stûyê sîstema koledariyê, ji lewra dijmin har û hov bûye û çep-rast êrîş dike. Lê hemû êrîş wan bi saya berxwedana gelê me vala hatin derxistin. Em weke Desteya Kar û Barên Şehîdan dibêjin ku dem dema azadiyê ye, ev sal sala azadiyê ye û serkeftin jî para gelê ye. Di kesayeta şehîdên berxwedana Til Hemîsê de em hemû şehîdên xwe careke din bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan û gelê xwe re dixwazin.”

(jh)