Ji Desteya Çand û Hunera ya Kobaniyê banga alîkariyê
NAVENDA NÛÇEYAN -Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Kobaniyê bang li civaka navnetewî û bi taybet saziyên çandî kir ku bi berpirsyartiya xwe li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê di wêrankirina Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê de rabin. Desteyê bi daxuyaniyekê ji bo navend ji nû ve bête sererastkirin û bi karê xwe yê ronakbîrî rabe, banga alîkariyê kir.
Piştî ku şervanên YPG’ê Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê ji destên çeteyan rizgar kirin, Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Xweser a Kobanê derbarê wêrankirina çeteyan ji navendê re daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya ku kopiyek gihîşte destên ANHA’yê de wiha tê gotin:
“Ev bêtirî 3 meh in, hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li dijî herêma Kobanê derketiye asta herî jor. Ev hovîtiya çeteyan li dijî herêmê di dîrokê de pêk nehatiye. Çeteyên DAIŞ’ê hemû şêwaz û rêbazên jiyanê wêran û talan kirine û bi van kiriyarên xwe diyar dikin ku ew dijminên tevahî mirovahiyê di hemû aliyên wê yên civakî û çandî de ne. Hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li dijî kevneşopiya çanda mirovahiyê bi awayekî sîstematîk tê meşandin û hewl didin bi wêrankirin û şikandina peykeran çanda kevneşopiyê winda bikin. Şikandina peykerên herdu şêran li bajarê Reqqayê jî mînaka vê yekê ye. Hebûna çeteyên DAIŞ’ê ji bo ewlekarî û aştiya cîhanê û bi taybet gelê Kurd metirsiyeke mezin e. hovîtiya çeteyan li Şengalê jî vê yekê baş diyar dike.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku çeteyên DAIŞ’ê li hemberî pêşketina şaristaniya mirovahiyê netenê asteng e, lê belê tunekirina mirovahiyê armanc digire û hewl dide qanûnên koledariyê li ser mirvan bide meşandin. Ji ber vê yekê çete êrîşên herî hov li dijî bajar û deverên Kobanê ku ji 15’ê îlona 2014’an ve bi lehengî li ber xwe dide, pêk tîne.
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku bi saya şervanên YPG’ê û YPJ’ê Kobanê li pêşiya çeteyan bû kelem. Vîna azad û baweriya bi nirxên azadî, rûmet û wekheviya di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ya şervanan misogeriya şikandina hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ye. Ji bo parastina azadiya gel Kobanê hêjî cangoriyan dide. Rizgarkirina Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê di 22’ê kanûnê de yek ji serkeftinên mirovahiyê li hemberî hovîtiya çeteyan e.
Di dawiya daxuyaniyê de Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Xweser a Kobanê spasiya hêzên YPG’ê di rizgarkirina navendê de kir û ji bo sererastkirina navendê bang li civaka navnetewî kir û wiha hate gotin: “Ji bo em karibin kevneşopî û berhema çanda mirovahiyê biparêzin, em bang li civaka navnetwî û bi taybet saziyên çandî û mirovahî dikin ku bi berpirsiyariya xwe li hemberî wêrankirina çeteyan ji Navenda Çand û Hunerê re rabin. Ji bo navend ji nû ve bête sererastkirin û bi karê xwe yê ronakbîrî rabe, pêdiviya me bi alîkariyê heye.”
(jh)