1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji Diyanetê 'rêzefilmên baş'
Ji Diyanetê 'rêzefilmên baş',ji,diyanetê,rêzefilmên,baş

Ji Diyanetê 'rêzefilmên baş'

A+ A-

ENQERE - Wezareta Karên Diyanetê ya Tirk bi 117 hezar û 541 kandroyên xwe û bûtçeya xwe ya 2 milyar û 650 milyon TL ve ji bo xizmeta polîtîkayên AKP’ê projeyên nû hildiberîne.

Wezareta Diyanetê ku ji bo bişaftina kurdan bi rêya ol serî li hemû rê û rêbazan da, herî dawî projeya “kadroyên mele” anîbû rojevê. Diyanet vê carê xwe digihîne ragihandinê jî. Diyanet dê li ser kanalek ku dê ji aliyê TRT’ê ve bê terxankirin, dest bi weşanê bike û dê film û rêzefilman jî bikişîn.

QAŞO RÊZEFILMÊN ALTERNATÎF DÊ BÊNE KIŞANDIN

Rêveberê Weşan û Ragihandinê yê ya Wezareta Diyanetê ya Yuksel Salman ji CHA’yê re axivî û der barê weşana kanala Diyanetê ku dê di sala bê de dest bi weşanê bike, agahî da.

Salman da diyarkirin ku dê di rojên înê de weaz bi awayeke zindî bêne dayîn û dê diyanet bi rêya televîzyonê hizir û ramanên xwe parve bikin. Salman got; "Em çawa dikarin xwe bigihînin ciwanan, zarokan, pîr û kalan û heta hemû beşên civakê? Em hewl didin ku li gorî vê rêzefilm, filmêkarton, belgewarî û film çêbikin."

Salman destnîşan kir ku ew ê alterantîfa rêzefilmên ku di kanalên din ên tv de têne weşandin, bikişînin û got; “Di bazarê de gelek hene. Em dikarin vana jî binirxînin, lê em ê rêzefilmên ku mirov keyfxweş dikin û dema keyfxweş jî dikin, berê mirovan didin rêya rast, bikişînin.”

TRT DÊ TERXAN BIKE

Salman got ku dê TRT kanala Wezareta Karên Diyanetê terxan bike. Salman got; “Dê weşana wê ligel ya TRT’ê be û bernamedanîn û amadekariya wê ya weşanê dê ji aliyê Serokwezaretê ve bê kirin.”

Balkêş bû ku projeya “rêzefilmên baş” piştî gotinên “kustax, bêrêz, bê terbiyet…” ên Fethullah Gulen der barê “Muhteşem Yuzyil (Sedsala Muhteşem) de gotibû, hate rojevê.

Jixwe demeke dirêj e ku Cemeeta Gulen dixwaze xwe bi rêya rêzefilman nîşan bide. Cemeeta Gulen dixwaze di warê rastgirên muahafezekar ên ku di aliyê sînemayê de pir lewaz e, dest bi pêşîlêvekirinê bike. Lê belê, ji rêzefilmên di kanala Gulen Samanyolû TV’yê de têne weşandin diyar dibe ku ev rêzefilm dê tu encamekê bi dest nexin.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî