1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ji DODEF'ê kampanyaya zimanê zikmakî
Ji DODEF'ê kampanyaya zimanê zikmakî,ji,dodef,ê,kampanyaya,zimanê,zikmakî

Ji DODEF'ê kampanyaya zimanê zikmakî

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - Federasyona Komeleyên Xwendekarên Demokratîk kampanyaya zimanê zikmakî ya bi navê "Zimanê azad jiyana azad" da destpêkirin.

Federasyona Komeleyên Xwendekarên Demokratîk (DODEF), bi daxuyaniyekî nivîskî kampanyaya bi slogana "Zimanê azad jiyana azad" da destpêkirin aşkera kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kampanya bi demekê û bi qadekê bi sînor nabe û wiha got: "Di çarçoveya kampanyayê de panel, konferans, sempozyum, yuruyuş, konser û dê gelek bernameyên din pêk bînin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji hêmanên herî serek yên civakê pêk tînin ziman e û civaka zimanê xwe yê dayîk winda bike di aliyê hişmendî, exlaq û estetîkê jî dê winda bike û wiha hate bilêvkirin: "Em di serî de ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî û di her qadê de zimanê zikmakî bê bikaranîn û di makezagonê de bê mîsogerkirin pêvajoya têkoşînê didin destpêkirin. Divê tu ciwanên girêdayî çand û nasnameyê li hemberî van polîtîkayên asîmîlasyonîst bêdeng nemînin. Divê li dibistan, zanîngeh, mal, kolan û qadan ji bo vê yekê biqêrin."

(bd)